Ferhenga diyalekta dîkranagerd hat weşandin

 

 

Piştî çend salên di riya berhevkirina wê de derbas bû, ferhenga diyalekta dîkranagerdî ya zimanê ermenî bi îngilîzî hat weşandin. Navê ferhengê “Inch g’usis: A Dikranagerdtsi Vernacular Handbook”e ku “Inch g’usis” bi zimanê ermenî tê wateya “Tu çi dibêjî?.”

Amadekarê ferhengê Charles Kasbaryan ku di heman demê de 25 sal di rojnemaya ermenî ya li Amerîkayê Armenian Weeklyê, di koşeya bi navê “Uncle Garabed’s Notebook” (Lênûska Apê Garabed) de gotar nivîsîne, çend sal berê dest bi berhevkirina diyalekta dîkranegerdî kiriye. Kasbarian dide zanîn ku wî ji zimanzanan fêr bûye ku parastina diyalektan tiştekî girîng e. Piştî bidawîkirina rêberê, bi armanca herkes bikaribe bigihîje wê, Kasbaryan ferhengê li ser înternetê jî weşandiye.

Di ferhengê de beşên peyv û terîmên dîkrangerdî ji “A”yê heta “Z”yê û leqebên dîkranegerdî cî digirin. Rêber, bi awayekî alfabetîk hatiye amadekirin û di heman demê de tê de rêbereke bilêvkirinê, biwêj û baneşanên cihêreng jî hene.

Kasbaryan di dema aloziya mezin a aboriyê ya di salên 1930’an de, li bajarê Union Cityê ya li eyaleta New Jerseyê ku hejmareke zêde ermeniyên ji Dîkranagerdê hebûn, mezin bûye. Nivîskar li wir di çalakiyên çandî de çîrokên gel û skeçên bi diyalekta dîkranegerdî pêşkêş kirine û di rûpela xwe ya înternetê Armeniapediayê de “Pirtûka Xwarinê ya Ermeniyên Mîstîk ên Dîkranagerd” amade kiriye. Ji bilî van,  wî “Ferhenga Paşnavên Ermenî”, lîstikeke bi navê “Oyin Mi Tavli” û çend gotarên li ser diyalekta dîkranagerdî nivîsandine.

Dîkranagerd (Tigranokerta) navê bajarekî kevn ê ermenî ye ku ji aliyê qralê ermenî Tîgran li derdora navçeya Farqînê ya Amedê hatiye damezrandin. Bajêr di heman hemê de paytexta Qraliyeta Dîkranagerd jî bûye. Paşê, navê Dîkranagerd li hemû herêma li derdora Amedê hatiye kirin. Li vê herêmê heta sala qirkirinê ya 1915’an hejmareke pir zêde ermenî jiyane.

Ji bo gihîştina ferhengê binêrin:

http://www.armeniapedia.org/wiki/C.K._Garabed

Çavkanî: Asbarez.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …