Vejîna-mînî ya zimanê îrlandî

 

 

Li gorî rêvebiriya Perwerdeya Bilind a Îrlandayê xwendekarên ku di zanîngehê de perwerdeya xwe bi zimanê îrlandî dibin, zêde dibin.  Tê ragihandin ku gelek xwendekar ji aboriyê bigire heta dersa rojnamegeriyê bi îrlandî perwerdeyê dibînin û lewma mirov dikare vê pêşveçûyinê wekî “vejîneke mînî (pir biçûk)” ya vî zimanî bibîne.

Di qada navneteweyî de jî bi riya sponsoriya Komîsyona Fullbright xwendekar û mamoste di navbera DYA û Îrlandayê de diçin û tên. Heta sala 2006’an salane 4 mamosteyê zimanê îrlandî ji Îrlandayê çûne DYA’yê lê niha 10 mamoste ji bo karê perwerdeya îrlandî diçin vî welatî. Profesorê zimanê îrlandî Liam Mac Mathuna ku li Zanîngeha Bajarê Dublînê  dixebite û edîtoriya kovara xebatên îrlandî Eigse dike, dibeje ku di vê pêvajoyê de li DYA û Awistralyayê eleqeya ji bo îrlandî zêde dibe. Mathuna dide zanîn ku bandora serfiraziya qenala televîzyona bi îrlandî TG4, Qanûna Zimanên Fermî ya di 2003 û 2007’an û statuya zimanê xebatê yê îrlandî ya di Yekitiya Ewropayê de li ser vê yêkê bandoreke erênî kirine.

Rêvebirê xebatên îrlandî yê li Zanîngeha Neteweyî ya Îrlandayê (NUI) Louis de Paor li ser rastiyeke din ê ziman dibêje ku “Ev çandeke duzimanî ye û bi sedan salan duzimanî berdewam kiriye” û wiha dom dike: “Perwerdeya çanda Îrlandayê bi zimanekî hesta bedawî ya serfiraziyê dide nivîskar, fîlmçêker, hunermend û kesên din ên bi hilberîna çandî ya bi zimanê îngilîzî û îrlandî re eleqeder in. Lewma em li şaxa NUI ya li Galwayê di warê nêzîktêdayina duzimanî ya ji bo wêje, dîrok û çanda îrlandî de israr dikin.”

Paor gotinên xwe wiha dom dike: “Me niha serdestiya xwe ya aboriyê winda kir; beriya vê demê serdestiya polîtîk girîng bû. Wekî destpêka sedsala 20’emîn, nija jî ji bo îfadekirin, temamkirin û – hêvî tê kirin” ji bo çareseriya vê windabûnê çand roleke navendî bilîze.”

Jêder: Irishtimes.com

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …