Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi êrişên mixalifên rejîma Şamê derbasî qonaxeke din bû.
Eger Hums bê dagirkirin wê hem rêya Şamê hem jî ya bajarên Derya Spî yên di bin kontrola Esed de vebin.
Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê bi êrişên mixalifên rejîma Şamê derbasî qonaxeke din bû.
HTŞya (Heyet Tehrîr El Şamê) destekê ji Tirkîyeyê digire aktorê vê qonaxa nû ye.
Ev rêxistina bingeha xwe ji El Nusrayê digire, bi dagirkirina surprîz a Helebê re balê kişand ser xwe.
Hêzên vê rêxistinê bi dûv vê re berê xwe dan başûr û bajarê Hemayê dagir kirin.
Niha jî çekdarên vê rêxistinê li ber derîyên Humsê ne.
Eger Hums bê kontrolkirin wê hebûna rejîma Esed têkeve nava xetereyê.
Hums li ser rêya stratejîk a M5an e û 160 km nêzîkî paytext Şamê ye.
Eger vî bajarî bê dagirkirin wê hem rêya Şamê hem jî ya bajarên Derya Spî yên di bin kontrola Esed de vebin.
Hêjayî gotinê ye, li bajarên li ber peravên deryayê baregehên leşkerî yên Rûsyayê hene.
Ev jî pirsa asta reaksîyona Rûsyayê li hember pêşveçûna HTŞê tîne rojevê.
Civîna Dohayê
Pirseke din a di vê mijarê de jî helwesta Îranê û welatên ereb ên Kendavê ne.
Tê ragihandin, Îran ji ber êrişên Îsraîlê yên bi ser hevalbendên wê yên filistînî û libnanî li herêmê lawaz bûye.
Loma jî Îran pisporên xwe yên leşkerî ji Sûrîyeyê vedikişîne.
Meseleya dawî wê roja yekşemê di civîna Dohayê ya wezîrên karen derve yên welatên herêmê de jî were rojevê.
Tê ragihandin welatên Kendavê wê helwesta xwe ya di meseleya qedera rejîma Şamê de zelal bikin.
————————————–
Infowelat
Foto: Vekişîna sivîlan ji bajarê Humsê./Medyaya Civakî