Trump wê çekan bide Ukraynayê

Trumpê ku sebra wî nema, ji bo Putin gotinên ne xweş kirin. Trump bi vê re jî dîyar kir, wê Amerîka zêdetir çekan bide Ukraynayê.

Navbera Trump û Putin ji ber meseleya Ukraynayê xera dibe.

Trumpê dixwaze bibe mîmarê aştîya Ukraynayê dike nake nikare Putin qanih bike.

Tevlî hemû hewldanan jî Rûsya di rojên dawî de êrişên xwe yên li dijî Ukraynayê zêde dike.

Trumpê ku sebra wî nema, ji vê rewşê hêrs bû û ji bo Putin gotinên ne xweş kirin.

Trump bi vê re jî dîyar kir, wê Amerîka zêdetir çekan bide Ukraynayê.

Lîderê amerîkî di axaftina xwe ya di Qesra Spî de got, “Putîn misêwaye rêxê davêje ser me.”

Axaftina Trump wiha dom kir:

“Putin baş nêzîkî însanan nabe. Ew gelek kesan dikuje.”

Şeş caran bi telefonê axivîn

Trump hefteya borî bi Putin re careke din bi telefonê axivî bû û ev axaftin ne bi dilê wî bû.

Bi ya dawî, ev şeş car in Trump û Putin ji bo meseleya Ukraynayê bi rêya telefonê diaxivin.

Tevlî vê dîplomasîya di asta herî bilind de jî Trump nikare Putin li Ukraynayê nêzîkî pozîsyona agirbestê bike.

Infowelat

—————————————-

Foto:

infowelat.com

Li vê jî binêre

Gelên Fransayê federalîzmê dixwazin

Gelên Fransayê nema modela jakoben a terîtoryal qebûl dikin. 73 ji % gelên li Fransayê …