Hevpeyvîn: Necat Ayaz
Dema ez di dîroka kurdan de kûr çûm, min dît ku jin herdem bûne parçeyeke têkoşînê. Tevî rastîyên sosyolojik ên civaka kurd, gelek jin bi rengekî aktîf demeke dirêj tevlî têkoşînê bûne.
Rola jinan di têkoşîna gelê kurd de li her alîyê cîhanê balê dikişîne ser xwe. Nelle Jazra ku nivîskareke libnanî ye, bi vê mijarê re eleqeder dibe û derbarê têkoşîna jinên kurd de gotarekê nivîsî ye. Gotara Jazra di pirtûkeka wê ya bi navê Şervanên Jin ku fransî ye, hatîye weşandin. Bi minasebeta Roja Jinê ya Cîhanî, em bi wê re li ser rola jinên kurd ên li Rojava axivîn. Ji bilî vê mijarê, wê dîtinên xwe yên li ser venasîna potansîyel a Rojava ya di Sûrîyeya paşerojê de û herwiha li ser paşeroja Libnanê ku welatê lê hatîye dinyayê, bi me re parve kir.
- Çi bû sebeb hûn bi têkoşîna jinên Rojava re eleqeder bibî ku we ber bi nivîsandina gotareke derbarê wê de bir?
Eleqeya min a sereke li ser jinan bû ku bi rengekî aktîf şer dikirin, bi taybetî jî jinên kurd ku demeke dirêj têkoşînê dikirin. Bi min pir balkêş hat, dema min dît endamên DAIŞê ji kuştina xwe ya bi destên jinekê ditirsîyan. Ji lew re li gorî bawerîya wan, ji ber kuştina wan a ji alîyê jinekê ve wê nikaribûna çûbûna buhiştê.
Dema ez di dîroka kurdan de kûr çûm, min dît ku jin herdem bûne parçeyeke têkoşînê. Tevî rastîyên sosyolojik ên civaka kurd, gelek jin bi rengekî aktîf demeke dirêj tevlî têkoşînê bûne.
- Ji bilî entegrebûna wan a di nava têkoşînê de û berxwedana wan a bi lehengî, fikra we ya li ser rola jinê ya di modela civaka Rojava de çî ye?
Berê, rola jinê ya di civakê de bisînorkirî bû. Ew li metbexê bûn û zarokan mezin dikirin. Lêbelê, niha jin di qada raya giştî de li ber çavan e. Ev xuyabûna wan a di qada giştî de ne tenê taybetîyeke leşkerî dide wan lê di heman demê de taybetîyeke polîtîk jî dide wan. Jinên şer dikin di heman demê de tevlî proseyên biryardayînê jî dibin. Ev jî dibe sebeba bihêzbûna wan. Ev guherîn pir mezin e, ji ber ku li hemberê normên patrîyarkal (baviksalarî) ya civakê serîhildaneke.

- Dema em li bihêzbûna jinên kurd binerin, bi ya we Şoreşa Rojava xwedî wê potansîyelê ye ku bandorê li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî li gelê ereb bike?
Bi ya min, derbarê rewşa li Rojava têra xwe hayjêbûn tune ye. Derbarê kurdan de gelek nûçe hene lê fokûsa wan li ser têkoşîna jinê ye. Tevgera jinê ya li Rojhilata Navîn, tevî beşdarîya wê ya polîtîkayê, xwedî dîrokeke dirêj e. Mixabin, ev kevneşopîya têkoşînê têkiliyên bi têkoşîna kurdan re çênekirîye û ji hev cihê mane. Mixabin rewş ev e.
- Hûn çi pêşnîyaz dikin ji bo têkoşîneke hevpar a kurd û gelen din ên herêmê bê avakirin?
Divê zêdetir danûstendin pêk werin û komîteyên hevpar ku nûnerên ji hemû alîyan tê de cî bigirin, bên damezrandin. Ez tenê qala asta ji bin ve nakim lê qala asta navneteweyî ku berê wê li zemîna herêmî be, dikim. Kengî di vê astê de bernameyekê pêk tê, herdem jinên tirk tevlî dibin. Tiştekî gelek giring e ku divê jinên kurd jî beşdar bibin.
- Ez dixwazim pirseke li ser rewşa Rojava bikim. Li ser meseleya ka federalizm, otonomî an modela yekgirtî ya dema Esed ji bo Rojava çareserîya herî baş e, nîqaş tên kirin. Fikra we çî ye li ser van nîqaşan?
Ez bawer dikim, divê ji bo kurdan heta astekê otonomîyekê hebe. Bi ya min, federalîzm li Sûrîyeyê wê nexebite. Ji ber ku welêt ne xwedî dîrokeke federalizmê ye. Lêbelê, dayîna otonomîyê ji bo herêma kurdan û rêzgirtina ji ziman, kevneşopî û nasnameya etnik re dikare çareserîyeke serfiraz pêk bîne. Ji bo ev pêk were, divê di heman demê de rêz ji rêveberîya Rojava re bê girtin.
- Pirseke min derbarê Libnanê de heye. Bi şerê par, Hîzbulah ji alîyê Îsraîlê ve hat lawazkirin û paşê serokekî nû hat hilbijartin. Hêvîya we heye ji bo paşeroja Libnanê?

Niha li Libnanê ji berê zêdetir xweşbînî heye. Bidawîkirina şer û agirbest bêhna mirovan fireh kir. Şerê ku DYAyê jî piştgirîyê kir, pir hovane bû. Civaka Libnanê demeke dirêj gelek şer û pevçûn dîtin lêbelê ya dawî bi taybetî pir xerab bû. Di dawîya şer de Hizbulah di warê leşkerî de hat lawazkirin lê ji ber erka modela polîtîk a Libnanê daye wan, di polîtîkayê de hîn aktîf in. Ez hêvî dikim, wê paşerojeke baş a Libnanê hebe piştî ku ji şerê wêranker rizgar bû.
- Bi ya we, modela parvekirina erkê ku li ser sîstema kotayê ya di navbera komên olî de hatîye avakirin wê di Libnana piştî şer de wekî berê bixebite?
Bi ya min, divê ev ne tercîha ji bo îro be. Wekî jin, em ji bo Libnanê sekularîzmê diparêzin. Lê tevî vê jî, ez texmîn dikim ji bo dûrketîna ji vê modele demeke dirêj pêwîst e. Modela parvekirina hêzê ya li ser bingeha olê ji alîyê kolonyalîzmê ve hatîye ferzkirin. Fransî vê modelê tercîh kirin. Ji ber ku civakê ji hev vediqetîne û wê bi rê ve dibe. Ev modeleke kolonyalîst e. Dema hûn erkê didin rêveberîya olî, jinûve girtina erkê ji wê pir zehmet e. Ji ber vê, zemîna polîtîkayê li Libnanê gelek teng e. Mixabin, ji bo pêşxistina modeleke çend nifş wê derbas bin.
Fotoyê bergê: Nivîskara libnanî Nelly Jazra/Foto: Myriam Saenen
Ji bo xwendina hevpeyvînê bi îngilîzî binêrin li vê lînkê
————————————
Kî ye Nelly Jazra?
Nelly Jazra pisporeke ewrûpî ya li ser pêşketîna qadên gundewar û herêmî ya Rojhilata Navîn e. Ew ji Libnanê ye û endama kêmara yûnan a ortodoks e. Wê li ser aborîyê doktorî kirîye û li ser mijarên jinê, bi taybetî jî yên li welatên di bin serdestîya rejîmên tundparêz de xebatê dike. Bi qasî 10 salan li ser mijara wekhevîya zayendî xwedî tecrûbe ye. Mijara wê ya xebatê, mafên sivîl û polîtîk ên li welatên ereb in û yên di asta Ewrûpa-Derya Spî ne. Jazra di Radyo Alma ya li Brukselê bernameya bi navê Welatîyên Jin çêdike.
Jazra van pirtûkan nivîsandîye:
-
Les Combats de Femmes
-
Les Mouvements Sociaux: Liban, Iraq, Algeria
-
Femmes dans les printemps arabes
-
Au pays du cedre
-
Le Clair-Obscur Rue Abdel Wahab Beyrouth
-
Kasaia decouvre