Pedersen: Meseleya Rojava bi baldarî gotûbêj bikin

A. Rahman Çelîk

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Geir Pedersen li Şamê li ser siberoja Sûriyê axivî.

Pedersen got, ji bo yekitîya Sûriyê  “Divê pirsgirêkên bi QSD’ê re bên çareserkirin.”

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen ji bo hevdîtinan çû Şamê.

Pedersen di daxuyanîya bi dûv hevdîtinan de qala projeyên xwe û dijwariyên li pêşberî desthilata nû ya Sûriyê kir.

Nûnerê Taybet destnîşan kir, aloziya Sûriyê tenê ne li hundir e, aloziya wê ji derve ve jî tê gurkirin.

Yek ji mijarên ku Geir Pedersen derxist pêş, edaleta veguhezînê ye.

Geir Pedersen got li ser vê mijarê du caran bi Ahmed Şara re axiviye.

Artêş û yekitîya axê

Nûnerê Taybet destnîşan kir, ji bo îstikrara Sûriyeyê  pêdivî bi damezrandina artêşê  heye û divê yekitîya axê bê parastin.

Bes ji bo yekîtî û yekparetiyê lazim e pirsgirêkên bi QSD’ê re bên çareserkirin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî da zanîn, “wî vê mijarê jî ji Ahmed Şara re vekiriye û Ahmed Şara jê re gotiye ew ji bo dîtina çareseriyê amade ne.

Geir Pedersen muzakereyên di navbera serokên QSD’ê Mezlûm Ebdî û HTŞ’ê Ahmed Şara de wekî gaveke erênî rave kir.

Giringîya meseleya Rojava

Nûnerê taybet ji herdu aliyan jî xwest, ji bo çareseriyê hin zêdetir wext bidin hev û mijara Rojava bi baldarî gotûbêj bikin.

Pedersen ji bo ragêşiyeke pêkan a leşkerî jî hişyarî da, got:

“Ji bo hemû aliyan bibe sebeba encamên wekî karesatê.”

Pedersen di dawîya daxuyanîyê de dîyar kir, divê hemû komên civaka Sûriyeyê di siberoja welêt de cîyê xwe bigirin.

Foto: Geir Pedersen/North Press Agency 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Dadgeha Gelan Tirkîyeyê sûcdar dît

Dadgeha Gelan li Brukselê biryar da: Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên bêyî …