Konseya Ewrûpayê dengdana ji bo venasîna zimanên sê neteweyên Îspanyayê taloq kir.
Biryara taloqkirinê ji ber zextên endamên konseyê yên li ser Îspanyayê pêk hat.
Aktîvîstê ziman Marcos Maceira li ser mijarê axivî û ji ber helwesta wî ya li hember venasînê serokê Herêma Otonom a Galîsyayê sûcdar kir.
Konseya Ewrûpayê di salên dawî de nikare di meseleya fermîbûna sê zimanên nû de biryarekê bibe.
Civîna dawî ya li ser mijarê ku wê di 27ê gulanê de bihatana lidarxistin hat taloqkirin.
Biryara taloqkirinê ji ber zextên endamên konseyê yên li ser Îspanyayê pêk hat.
Di civîna Konseya Wezîrên Meseleyên Giştî ya Yekitîya Ewrûpayê de wê ji bo fermbîbûna katalanî, baskî û galîsî dengdan bihatana lidarxistin.

Hikumeta herêmî û ziman
Serokê A Mesayê (Sazîya Normalkirina Bikaranîna Ziman) Marcos Maceira di daxuyanîya xwe ya li ser mijarê de serokê Herêma Otonom a Galîsyayê Aflredo Rueda sûcdar kir.
Maceira wiha axivî: “Rueda careke din ji karê xwe yê wekî serokatîya Xunta (hikumeta Galîsyayê) a parastina galîsî dûr ket û rola xwe ya stûxwarkirina ji PP û Voxê re tercîk kir. Ew tevlî boykota venasîna galîsî ya di Konseya Ewrûpayê de bû û pozîsyona xwe ya tevlî rasta radîkal a li hemberê ziman domand.”
Wê venasîn çi bandorê bike?
Parazvanên galîsî di wê bawerîyê de ne, venasîna ji aliyê Yekitîya Ewrûpayê ve wê bandoreke erênî li ziman bike.
Cîgira serokê A Mesayê Elsa Quintas di konferanseke di sala 2023an de gotibû, “500 tedbîrên hiqûqî hene ku bikaranîna zimanên fermî yên Yekitîya Ewrûpayê ferz dikin.”
Li gorî Quintasê, “tedbîrên heyî bandoreke rasterast û nerasterast li jiyana rojane ya mirovan dikin.”
Infowelat
—————————————–
Foto: Daxuyanîya aktîvîstên ziman a di Parlamentoya Ewrûpayê de/Eurolang