Îsraîl hemû hêzên xwe ji Korîdora Netzarimê vekişand.
Ev biryar ji alîyê filistînîyan ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.
Îsraîl di çarçoveya agirbestê de, hêzên xwe ji Korîdora Netzarimê vedikişîne.
Îsraîl û Hamasê li ser vekişînê daxuyanî dan û ragihandin, Îsraîlê sozeke xwe ya agirbestê anîye cî.
Korîdora navborî di destpêla Şerê Xezayê de hatibû çêkirin.
Ev şerîda ku dirêjahîya 6.4 km û berfirehbûna wê 2 km ye, Xezayê dike du parçe.
Îsraîlê vê şerîdê wekî herêma leşkerî ya ji bo êrişên xwe bi kar anîbû.
Îsraîlê di destpêka agirbestê, destûr dabû ku bi sedhezaran filîstîniyên ji ciyûwarên xwe bûne, ji ser Korîdora Netzarimê vegerin herêmên bakur.
Cara ewil, di 27ê kanûna paşîn de Îsraîlê qismek leşkerên xwe ji vir vekişandibû.
Di 9ê sibatê de jî Îsraîlê hemû leşkerên mayî ji vê korîdorê vekişand.
Tê ragihandin, berîya vekişînê Îsraîlê li devereke ku berfirehbûna wê 4 km ye, hemû bermahîyan şewitandî ye.
Hêjayî bibîrxistinî ye, qonaxa duyemîn a peymana agirbestê divê di 3yê sibatê de dest pê bikira.
Lê belê muzakereyên ji bo vê qonaxê bi pêş nakevin.
Ev jî gumanên ji bo domandina agirbestê bi xwe re tîne.
Tê payîn ku serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû ji bo merhaleya duyemîn nîqaş bikin, wê hikuneta xwe kom bike.

Infowelat
———————————————-
Foto: Wesayîtên Neteweyên Yekbûyî yên li Korîdora Netzarimê