Li cîhanê hejmara koçber û penaberên ku di rêyan de jiyana xwe ji dest didin zêde dibe.
Neteweyên Yekbûyî dibêje di 10 salên dawîn de, zêdetirî 29 hezar kesan li ser rêyên koçberiyê xeniqîn.
Daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) nîşan dide ku li tevahiya cîhanê 120 milyon penaber dijîn.
Her ku koçberî û penaberî zêde dibe, hejmara koçber û penaberên ku di jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibin.
Li Deryaya Navîn (Deryaya Spî) her sal bi hezaran koçber dixeniqin.
Li gorî daneyên Komeleya Penaberan ji sala 2014an heta kanûna paşîn a 2024, bi giştî 29 hezar û 63 mirovan di rotayên penaberiyê yên di deryayan re derbas dibûn xeniqîn.
Hejmara qurbanîyan
Li gorî daneyên UNHCRê hejmara qurbanîyan sal bi sal ev in:
-di sala 2014an de 3 hezar û 289 kes
-di 2015an de 4 hezar û 055 kes
-di 2016an de 5 hezar û 136 kes
-di 2017an de 3 hezar û 139 kes
-di 2018an de 2 hezar û 337 kes
-di 2019an de hezar û 885 kes
-di 2020an de hezar û 449 kes
-di 2021an de 2 hezar û 048 kes
-di 2022an de 2 hezar û 411 ke
-di 2023an de 3 hezar û 129 kes
-di kanûna paşîn da 2024an de 185 kes
Raporên li ser babetê destnîşan dikin ku herî zêde li Ukrayna, Pakistan, Lubnan, Sûriye, Iraq, Îran, Sudan, Tirkîye, Hindistan, Bangladeş û Nepalê koçberî zêde ye.
Infowelat
———————————————
Foto: Komeke penaberên li deryayê tên rizgarkirin