Mafên jinê li çaryekê cîhanê tê binpêkirin

A. Rahman Çelîk 

Li cîhanê her ji 10 deqeyan jinek an jî zarokek keç tê kuştin.

Ev agahîya dilsoj di rapora dawî ya Neteweyên Yekbûyî de cî girt.

Neteweyên Yekbûyî ji bo Roja Jinên Cîhanê raporek belav kir.

Rapor ji alîyê Beşa UNWOMEN a rêxistinê ve hat amadekirin.

Rapor nîşan dide, mafên jinan her ji çar welatan li yekê di xetereyê de ye.

Tesbîta herî kambax a raporê ev e, li cîhanê her ji 10 deqeyan jinek an jî zarokek keç tê qetilkirin.

Hin ji agahîyên vê belgeya li ser rewşa jinê wiha ne:

  • Hejmara jin û zarokên keç di 10 salên dawî de nêvî zêde bûye û li van herêmên nifûs zêde bûye, aktivîstên mafên jinan bi kuştinê tên tehdîtkirin.
  • Qeyrana avhewayê, şewba koronayê û qeyranên gerdûnî yên wekî bihayên xurekan tabloya xeternak hin zêdetir giran dike û li gelek welatan fonên sazî û rêxistinên ku parastin û piştevaniya jinan dikin tên qutkirin.
  • Jin û zarokek keç ji aliyê hevalbend an jî endamên malbatê ve tên kuştin.
  • Ji sala 1995an û vir ve, tevî ku rêjeya jinan du qatan zêde bûye, hîna jî ji çaran sêyê endamên parlamentoyan mêr in.
  • Keda bê heqdest du qat û nîvan zêdetir yên jinan e û qanûnên heyî incax tenê ji % 64ê mafan didin wan.
Berga rapora UNWOMANê

Hêjayî gotinê ye, Neteweyên Yekbûyî di 1995an de di civîna li Çînê Deklerasyona Pekînê ragihandibû.

Di danezana Pekînê de 12 xalên ji bo wekhevîya jin û mêr krîtîk bûni hatibûn qebûlkirin.

UNWOMEN bi minasebeta 30 salîya vê deklerasyonê, nexşerêyeke şeş xalan a ji bo wekheviya zayendî pêk tê, ragihand.

Ji bo xwendina rapora UNWOMENê binêrên li vê lînkê

Infowelat

———————————————

Foto: Posterê ji bo mijara wekhevîya zayendî ya ji alîyê NYyê ve hatîye amadekirin. 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …