Serwîsa Baskî ya Şaredariyê kursan dide

Di van salên dawiyê de Serwîsa Baskî ya Şaredariyê bi alîkariya komele û federasyonên kar ên li bajarê San Sebastîanê kursên zimanê baskî li dar dixe. Heta niha di van kursan de bi sedan kesên dilxwaz hatine perwerdekirin.

Berpirsê Baskî û Çandê ya Rêvebiriya Şaredariyê Nerea Txapartegi diyar dike ku armanca van kursan fêrkirina ziman bi xebatkarên qada bazirganî û otelan e da ku bikaribin bi zimanê baskî xizmetê ji mişteriyên xwe re bikin. Di van kursan de agahiyên bingehîn ên ziman ya ji bo pratîka rojane ya di sektorê de pêwîst e, tê bikaranîn. Di pratîkê de xizneya peyvan, silavdayîn, simîlasyona diyalogên di dema xebatê de derdikevin holê cî digire.

Txapartegi dide zanîn ku li aliyê din, ji bo kesên ku dixwazin zanîna ziman û şarezahiya xwe ya nivîskî ya ragihandinê berfireh bikin da ku bikaribin faksan, e-mailan, fatoreyan, sîparîşan û hwd. bixwînin jî kurs tên dayîn.
Kursên navborî wê di meha Cotmehê de li navendên cihê yêbn euskaltegi dest pê bike û qasî 3-4 mehan dom bikin. Buhayê du kursên ji bo agahiyên bingehîn ku 60 saetan pêk tê wê 60 Euro be û ji bo kursên ku bi armanca pêşxistina kapasîteya nivîskî tê li darxistin û 25 saet dom dike, 30 Euro tê girtin. Hemû kurs ji aliyê HABE’yê ku destekê dide Serwîsa Baskî ya Şaredariyê, tê fînansekirin.

Ji Sibata 2010’an heta Sibata 2013’an 281 bazirgan û xebatkarên otelan beşdarê van kursên taybet bûne. Heta niha di seranserê vê demê de 27 komên xwendekaran kursan qedandine.

euskara-patronatua2

HABE û euskaltegi çi ne?

HABE, Ji bo fêrkirina kesên gihîştî bi xwendin û nivîsandina baskî, hatiye damezrandin. Sazî di heman demê de amadekirin û meşandina mifredata ji bo fêrbûna xwendin û nivîsandina kesên gihîştî, amadekirina materyalên fêrkirinê, meşandina formasyona mamosteyên ku di perwerdeya kesên gihîştî de dixebitin, weşandina weşanên di derbarê vê perwerdeyê de dike û bi armanca pêşxistina perwerdeya baskî alîkariya aboriyê dide.

Euskaltegi ku wekî dibistanên şevê jî tên binavkirin, navê her navendên ku xwendekarên temenmezin lê perwerdeyê dibînin e. Du cureyên euskaltegi hene: Yek, ên civakî ne ku wekî ‘udal euskaltegiak’ tên binav kirin û du, yên şexsî ne ku saziyên taybet in. Euskaltegiyên ewilî di nîvê salên 1960’an de hatine avakirin.

Çavkanî: www.donostia.org

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …