Destûr bo şandeya CHPê nehate dayîn ku derbasî Geverê bibe

 Şandeyeke parlamenterên CHPê bo lêkolînan bike xwestin biçin Gevera Colemergê ya Bakurê Kurdistanê lê belê hêzên ewlehiyê destûr neda wan.

Şandeya CHPê ya ji Alîkarên Serokê Giştî yên CHPê Çetin Osman Budak û Sezgin Tanrıkulu û ji parlamenterên wek Mehmet Gokdağ, Şenal Sarihan, Erdin pêk tên doh ji Enqerê derbasî wanê bûbûn, ku îro derbasî Geverê bibin û li qadên şer û pevçûn lê berdewam e lêkolînan bike, lê belê hêzen ewlehiyê şande di têketina bajêr de sekinand û nehişt ku ew derbasî bajêr bibin.

Piştî vê yekê Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Çetin Osman Budak diyar kir ku li ser fermana Waliyê Colemergê leşkeran destûr nedaye wan û wiha got; Di rojên pêş de em ê cardin serdana Geverê bikin. Bi awayekî sînorkirî me agahî ji leşkeran girt. Em ê bi Walî re jî mijûl bibin. Em ê rewşê di cih de tespît bikin. Em ê pêdiviyan destnîşan bikin. Derbarê pêdiviyan de Partiya Komarê ya Gel dê xebatekê bike.”

Jêder: Kurdistan24.net

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …