Biden ji bo aştîya Xezayê dilezîne

Biden berîya Trump were ser kar ji bo peymana aştîyê ya Xezayê dilezîne.

Pêşnûmaya peymana aştîyê ya hat amadkirin ji sê qonaxan pêk tê.

Ku her du alî bêjin erê, wê peyman din ava rojan de bê îmzekirin.

Hevdîtînên ji bo aştîya Îsraîl-Hamasê ber bi encamekê ve diçin.

Amerîkayê ragihand, hindik maye peymana aştîyê bê îmzekirin.

Pêşnûmayeke agirbestê ya di navbera alîyan de ji bo erêkirinê ji Îsraîl û Hamasê re hat şandin.

Tevî ku Hamasê tu agahî nedaye, rayedarên Îsraîlê naveroka peymanê eşkere kirin.

Sê qonaxên peymanê

Li gorî pêşnûmaya Qeterê agirbest wê ji sê merhaleyan pêk were.

Hamas wê 33 rehîneyên Îsraîlê serbest berde, li beramber Îsraîl jî 1000 filistîtîyan berde.

Piştî merhaleya ewil bi ser keve, di roja 16. de wê merhaleya duyemîn dest pê bike.

Di vê merhaleyê de jî leşkerên mêr û mêrên di temenê leşkeriyê de wê werin berdan.

Di qonaxa sêyemîn de jç wê Îsraîl jî gav bi gav leşkerên xwe bi Xezayê vekişîne.

Hêzên Îsraîlê tenê ji bo parastina navçe û gundên sînor wê li herêmê bimînin.

Ewlekeriya Korîdora Fîladelfiyayê ya seranserê sînorê Xezayê wê ji nû ve bê sazkirin.

Ev koridor li ser sînorên Misir û Xezayê hatibû amadekirin.

Îsraîl kesên tevî êrîşa 7ê çirîya paşîn de cî girtine wê bernade.

Sebeba leza Biden

Hevdîtinên ji bo pêkanîna aştîyê li Xezayê bi navbeynkarîya Amerîka, Qeter û Misrê ve tên meşandin.

Qeter ji ber têkilîyên xwe yên bi Hamasê re aktore sereke yê vê proseyê ye.

Biden berîya terka Qesra Spî bike dixwaze peymana aştîyê ji alîyê Îsraîl û Hamasê ve bê imzekirin.

Donald Trumpê di meseleya Xezayê de rastetast destekê dide Îsraîlê, di 20 kanûna paşîn de dibe serokê Amerîkayê.

Tê ragihandin, ji ber vû sebebê rêveberîya Joe Biden ji bo pêkanîna peymane aştîyê dilezîne.

Infowelat

——————————————–

Foto: Joe Biden û Benjamin Netanyahu

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …