Welat Ayaz
Bûyerên li Cizîrê û navçeyên Nisêbînê qewimîn bi navê “Newroza bi xwîn” derbasî dîrokê bûn. Di encama êrişên tund a hêzên dewletê de li gorî agahîyên fermî herî kêm 94 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.
“Wesayîta polîsan di ser serê hevalekî me re derbas bû û dengek tirsnak hat. Pişt re ji kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî hat xwestin, lê polîsan xwest pêşî li vê yekê jî bigire. Lê gel bi dizî be jî beşdarî sersaxiyê bûn. Ji ber vê jî komkujîya Pira Şehîdan ne êşek e ku bê jibîrkirin. Dema ku ew bûyer tê bîra min, dilê min hê jî diêşe.”
Di pîrozbahiyên Newrozê yên sala 1992an de li Tirkiyeyê di navbera hêzên ewlekariyê û gel de pevçûnên dijwar rû dan, bi taybetî li herêmên ku kurd lê dijîn. Bûyerên li Cizîrê û navçeyên Nisêbînê qewimîn bi navê “Newroza bi xwîn” derbasî dîrokê bûn. Di encama êrişên tund a hêzên dewletê de herî kêm 94 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.
Komkujîya li Cizîrê (21 adar 1992)
Beriya Newroza 1992an, tevgera siyasî ya kurd ragihandi ku ew dixwaze bi beşdarîyeke mezin Newroê pîroz bike. Lê rayedarên dewletê ji bo ev pêk neyê tedbîrên berfireh girtin. Li Cizîrê çend roj berê rewşa awarte hatibû ragihandin û hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê li navçeyê hatibûn bicîkirin.
Destpêka Bûyeran
Di sibeha 21ê adara 1992an de li Cizîrê bi hezaran kes daketin qadan û Newroz pîroz kirin. Lê hêzên dewletê êrişeke giran birin ser girseyê. Di êrişê de digel ava şid û gaza çavsotîner çek hatin bikaranîn. Di midaxaleyê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Di dema bûyeran de bi ser malan de jî hatin girtin û li gorî hin çavkaniyan di van serdegirtinan de kuştî û birîndar çêbûn.
Encamên êrişan
Li gorî çavkaniyên fermî 27 kes mirin û bi sedan kes jî birîndar bûn. Lê hin rêxistinên mafên mirovan û çavkaniyên herêmî diyar kirin ku hejmara miriyan herî kêm 50 ye.
Komkujîya li Nisêbînê (22 adar 1992)
Dema li Cizîrê çalakî dewam dikirin, li Nisêbînê jî gel daket qadan û Newroz pîroz kir. Piştî êrişa kontrayén tirk li Cizîrê, hêrsa gelê Nisêbînê zêde bû. Lê li vir jî hêzên ewlehiyê bi tundî mudaxele li xwepêşanderan kirin.14 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Şahidên bûyerê diyar kirin ku li kolanan bi awayekî bêserûber gule li gel hatine reşandin û birîndarên giran jî nehiştine rakin nexweşxaneyê.
Newroza sala 1992an ne tenê ji bo gelê kurd bû cejn, di heman demê de bû qonaxek ku sembola nasname, azadî û berxwedanê. Cejna Newrozê ya wê salê rastî trajediyên mezin hat, nemaze li herêmên ku kurd lê zêde bûn, wek Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Amedê.
Îcar di Newroza 1992an de li Cizîr û Nisêbînê bi rastî çi qewimîbu? Ka em tevlî hin detayan li vê mesleyê binêrin.
Komkujiya Newrozê ya li Cizîrê
-
Bûyerên Taxa Yafesê û Taxa Cûdî
Li Cizîrê çalakî li derdora Taxa Yafes û Taxa Cûdî hatibûn lidarxistin. Welatiyên ku ji bo pîrozbahiya Newrozê ji malên xwe derketin li kolanan govend gerandin û agir pêxistin. Hêzên ewlehiyê bi tundî mudaxele kirin. Li Taxa Yafesê dema komek ciwan bi dirûşmeyên “Newroz pîroz be” agir pêxistin, polîs, leşker û tîmên taybet gule li xwepêşanderan reşandin. Herî kêm 10 kes li cihê bûyerê mirin. Hat ragihandin ku li Taxa Cûdî bi taybet li derdora Lîseya Cizîr gule li gel reşandine û gule jî li hundirê malan ketine. Gelek kes di malên xwe de bi guleyan hatin kuştin an jî birîndar bûn.
-
Kuştina Îzzet Kezer
Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Tirk (DHA) Îzzet Kezer dema bûyerên Cizîrê dişopand bi guleyan hat qetilkirin. Li gorî şahidan Kezerê ku di destê wî de tenê kamera hebû, li nêzî Mizgefta Navendî ya Cizîrê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat kuştin. Hedefkirina çapemeniya tirk, giraniya bûyerê hîn zêdetir kir.
-
Astengiyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê
Gelek birîndaran xwestin rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Lê şahidan diyar kirin ku hêzên ewlehiyê rê nedan birîndar derbasî nexweşxaneyê bibin û hinek ji birîndaran di rê de mirin. Hat diyarkirin ku ji ber van astengiyan hejmara mirî û birîndaran zêde bû. Hin kesên birîndar ji nexweşxaneyê hatin revandin û wendakirin.
-
Navçeya Sûr û Rêya Silopiyayê
Li Taxa Sûrê jî hêzên ewlehiyê yên deriyên taxê diparastin êriş birin ser gel. Şahidan diyar kirin ku bi ser malan de hatin girtin û îşkence li gel hatin kirin. Hat diyarkirin ku hêzên ewlehiyê li ser rêya Silopîyayê gulebaran kirin û li wir jî gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Komkujiya Newrozê ya li Nisêbînê
Bûyerên li Nisêbînê li derdora Çemê Çax Çax, Qada Cûmhûriyetê û Taxa 8 Martê pêk hatin.
-
Bûyerên li ber Çemê Çax Çaxê
Komek ciwan li ber Çemê Çax Çaxû bi hinceta posterên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hilgirtine, rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatin. Li gorî şahidan leşker û polîsan bê hişyarî gule li gel reşandin. Pişt re panzerên zirxî ketin nava nava girseya li ser pira bi navê Pîra Şehîdan tê binavkirin. Şahidên bûyerên wê rojê wiha vegotin:
Ji şahidan Salih Falay di nûçeya ANFê ya 28’ê tîrmeha 2021an de bûyerên beriya komkujiyê û piştî komkujiyê wiha vegot:
“Dema me dest bi çalakiya rûniştinê kir, em ji aliyê wesayîtên polîsan ve hatin rawestandin. Bi dilekî giran em tiştên ku me wê rojê jiyîn vedibêjin. Wesayîtên polîsan ji bo me ji hev belav bikin bi ser me de hatin. Kesên mil, dest û lingên wan şikestî bûn, şehîd bûn. me ya jin hebû, 5 zarokên wê hebûn. Dema ku ew neçar ma ku bikeve avê, polîsan gule li wê reşandin. Otomobîla polêsan di ser hevalekî me re derbas bû, li serê wî ket û dengek tirsnak hat bihîstin. Pişt re ji kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî hat xwestin, lê polîsan xwest pêşî li vê yekê jî bigire. Lê gel bi dizî be jî beşdarî sersaxiyê bûn. Ji ber vê jî komkujîya Pira Şehîdan ne êşek e ku bê jibîrkirin. Dema ew bûyer tê bîra min, dilê min hê jî diêşe.”
Rahîme Aksu jî ku bûbû şahidê wan rojan, bûyerên ku di wê salê di 2’ê tîrmeha 2021an ji ANFê re wiha nirxand :
“Tevî baranê dihat jî me Newroz pîroz kir. Her kes li malên xwe belav bû. Dotira rojê ji bo protestokirina mirina li Cizîrê dîsa derketin qadan. Zarokê min di destên min de bû. Li ser rê kesên ku ez dîtim ji min re gotin ku divê ez zarokê xwe li malê bihêlim. Dengê çekan hat. Ez jî tevî gel ber bi Pîra Şehîdan ve bazdam. Wexta em gihîştin wir, me ew hovîtî dît. Di destpêkê de gule li kesên li ser pirê bûn, reşandin. Pişt re jî bi panzeran ji pirê derbas bûn, di ser kesên li erdê bûn re derbasbûn. Dengê hestîyê dişikîya dihat guhên me. Piştî bûyerê me cenazeyên gel ji avê derxist.”
Birîndarên ku ji Pîra Şehîdan ketibûn çemê Çax Çaxê bi çekên otomotîk hatin gulabarankirin. Çem laşên wan heta bajarê Qamişloyû bir.
-
Êrişa Qada Cumhuriyetê
Dema gel li Qada Cumhuriyetê pîrozbahiya mezin a Newrozê li dar xist, panzer û wesayîtên zirxî ji nişka ve ketin qadê. Di êrîşa bi çekên giran de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Li ser hoparlorên mizgeftê daxuyanî hat dayîn û hat xwestin ku gel belav bibe. Tevî vê jî, piştî daxuyaniyan yekser êrişî gel hat kirin.
-
Serdegirtinên Xanîyan li Taxa 8 Martê
Li Taxa 8ê Adarê bi ser malan de hat girtin. Tîmên taybet derîyan şikandin û ketin hundirê malan. Kesên hatin girtin birin cihên nediyar. Gelek kes ji wan venegeriyan û hatin windakirin. Cenazeyên kesên hatin qetilkirin nedan malbatên wan. Loma jî hat îdîakirin gelek kes li derdora Cizîr û Nisêbînê di gorên komî de hatine veşartin.
Piştê van bûyeran Newroz veguheri sembola berxwedanê.
Newroza 1992an ji bo gelê kurd ne tenê bû cejn, di heman demê de bû roja berxwedanê.
Her sal ji bo kesên di sala 1992an de jiyana xwe ji dest dane, li Cizîr û Nisêbînê merasîmên bîranînê tên lidarxistin û daxwazên edaletê tên dubarekirin. Bûyerên Newroza 1992an ên li Cizîr û Nisêbînê bi êrişên hovane ya hêzên dewletê, mirina hejmareke zêde sivîlan û êrîşên komî di bîra me de mane. Îro jî mexdûrên wê serdemê ji bo edaletê di berxwe didin û ji bo berpirs bên darizandin têkoşîna xwe didomînin.