Sempozyûma “Dîn, ziman û nasnameyê” ya Nûbiharê

Kovara Nûbiharê wê di 21 û 22’yê îlonê de sempozyûmeke bi navê “Ol, ziman û nasnameyê” li Amedê li dar bixe. Wê kesên navdar ên kurd û yên din di sempozyûmê bibin û li ser mijarên bi naveroka bernameyê re têkildar teblîxên xwe pêşkêş bikin.

Dî nava beşdaran de ji Zanîngeha Enqereyê Prof. Abbas Walî, sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, cîgirê rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Kadrî Yildirim, ji Swêdê Prof. Ahmed Zadeh, ji Holanda Michiel Leezenberg, rojnameger Cengîz Çandar û Alî Bayramoglû, nivîskar Jan Dost,  Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, parlamenterên Amedê yên ji BDP’ê Altan Tan û Galîp Ensarîoglûyê ji AKP’ê jî cî digirin.

Sempozyûma Nûbiharê wê li Salona Konferansê ya Şaredariya Mezin a Amedê bê li dar xistin.

Mijarên wê di sempozyûmê de bên nîqaşkirin ev in:

Dîn

–          Di pêkhatina nasnameyê de rola dîn

–          Karîgeriya çanda dînî li ser ziman

–          Di pêvajoya dîrokî de di pêkhatina ziman û nasnameya Kurdan de karîgerîya dîn û bawerîya wan

Ziman

–          Perwerdeya zimanê zikmakî: Karîgeriya wê ya li ser pêkhatina nasnameyê û pêşketina ziman

–          Polîtîkayên ziman: Karîgeriya qedexeyên ziman li ser pêkhatina nasname û kesayetê

–          Hişmendiya ziman û xwenasînê

–          Di veguhestina zimanê Kurdî de ji bo roja îro rola zana û dezgehên Kurdî

–          Di mişextiyê de pêkhatina ziman û nasnameya Kurdî Nasname

Nasname

–          Di serdema Komara Tirkiyeyê de Nasnameya Kurdî

–          Li ser nasname û ziman karîgeriya tehcîr û koçberiyê

–          Hokarên bingehîn ên pêkanîna nasnameyê: dîn, ziman, çand û kevneşopî

–          Hêz û rola desthilatê di teşedayîna dîn, ziman û nasnameyan de

–          Di çarçoveya pirzimanî, pirçandî û pirdîniyê de pêkhatina nasnameyê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …