Li Fîlîpînê şerê artêşe û serhildêrên moro

Li girava Mîndanaoyê ya li başûrê Fîlîpînê hêzên dewletê operasyoneke mezin li hember serhildêrên misilman pêk anîn. Di êrîşan de bi dehan kes jiyana xwe winda kirîn û bi hezaran kes jî herêmê koç kirin.

Êrîşa Artêşa Fîlîpînê ya li hemberê 200 çekdarên misilman ên li bajarê Zamboangayê ket roja xwe ya nehemîn. Artêşê ragihand ku piştî ku wan bihîstiye komeke girêdayî çekdarên misilman bi armanca ku aleke cûdaxwaz a ji bo serxwebûna giravê li meclîsa bajêr bilind bikin, wan midaxele kiriye. Artêşê diyar kir ku wê serhildêran ji bajêr derxistiye û tevlî rehîneyên di destên wan de li pênc gundên li dora Zamboangayê dorpêç kirine.

Tê bawerkirin ku serhildêrên çalakger girêdayî rêxistina Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro’ye ku di 1978’an de ji Eniya Rizgariya Neteweya Moro (MNLF) veqetiya bû. Rêxistinê ji mêj ve dide xuyakirin ku ew ji pêvajoya muzakereyan a di navbera hikumeta Fîlîpînê û MNLF’ê de pêk tê, hatiye dûrxistin.

mindanao1

Bajarê Zamboangayê ya li başûrê Mîndanaoyê bajarê herî mezin ê li herêmê ye û qasî milyonekê nifûsa wê heye. Berevajiya derdora xwe, piraniya rûniştvanên bajêr xrîstiyan in.

Seroka Fîlîpînê Benigno Aquino bi armanca rêvebirina vê krîzê hat Zamboangayê û 65 hezar kesên ku bajêr terk kiribûn re got ku heta ji dest were ew ê zû krîzê çareser bike.

Piştî şerê giran ê çend rojan, hikumeta Fîlîpînê û koma serhildêr a misilman li hev kirin ku roja yekşemê şer bisekinîn. Digel vê yekê jî di navbera her du aliyan de seranserê yekşemê jî şer dom kir.

Peymana 1996’an a li Cakartayê

MNLF di 1996’an a li Cakartayê bi Fîlîpînê re peymana xweseriyê îmze kiribû. Di çarçoveya peymanê de, Herêma Xweser a Mîndanaoya Misilman hatibû damezrandin.

Serhildêrên ku ji xwe re bangsamoro dibêjin, piştî peymanê çekên xwe bernedabûn. Ev demeke dirêje ku serhildêrên li girava Mîndanaoyê di warê îhlalkirina peymana 1996’an a ji aliyê Fîlîpînê ve gazinan dikin.

Serhildêrên moro dixwazin Dewleta Bangsamoroyê ku xwedî  Destûra Bingehîn a Bangsamoroyê ye û paytexta wê li Davao Cityê ye, îlan bikin.

Çavkanî: VOA /www.globalpost.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …