Şandeya Rojava bi nûnera Partiya Muhafazekar Caroline Dinenage û bi dîplomatê berê Lord Jay re hevdîtinê kir.
Alîyên kurd û brîtanî li hev kirin, ji bo pêkhatina çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê ku tê de rêzê ji pirengîya olî û etnik re bê girtin, hewldan bên kirin.
Şandeyeke rojavayê Kurdistanê serdana xwe ya li Brîtanyayê didomîne.
Şandeyê bi nûnera Partiya Muhafazekar Caroline Dinenage û bi dîplomatê berê Lord Jay re hevdîtinê kir.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî di hevdîtinê de amade bûn.
Êrişên komên girêdayî Tirkiyeyê yên li Tişrînê û fikara karesateke mirovî ya di encama van êrişan de dikare pêk were, mijara sereke ya civînê bû.
Beşdarîya hemû rengên Sûriyeyê ya ji bo konferansa nîştimanî ya Sûriyeyê mijareke din bû ku li ser hat gotûbêjkirin.
Modela demokratîk a Rojava
Her du alî, modela Rêveberiya Xweser a demokratîk wêkî bingeha îstîqrara herêmê û Sûriyeyê nîşan dan.
Mijara vegera koçberan û parastina demografiya li bakur ê rojhilatê Sûrîyeyê jî hat rojeva civînê.
Şandeya kurd ji bo vegera niştecîyên Efrînê û tevahî koçberên din bang kir, çeteyên çekdar ji herêmê bûn derxistin.
Şandeyeke navneteweyî
Her wiha, nûnerên Rojava ji sîyaseta brîtanî daxwaz kirin, ji bo şopandina rewşa li herêmê şandeyeke navneteweyî bê avakirin.
Parlamenter Wilson got, ew amade ye tev li şandeyekê bibe ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike.
Sîyasetvanê brîtanî da zanîn, ew ê vê meseleyê têxe rojeva Parlamentoya Brîtanyayê.
Alîyên kurd û brîtanî li hev kirin, ji bo pêkhatina çareseriyeke siyasî li Sûriyeyê ku tê de rêzê ji pirengîya olî û etnik re bê girtin, hewldan bên kirin.
Infowelat
—————————————
Foto: Îlham Ehmed li Brîtanyayê hevdîtinên xwe didomîne