Romanya û Bûlgaristan di dawîya dawî de bûn endamên Herêma Schengenê.
Awusturya bi hincetên koçberî û gendelîyê endamtiya her du welatan veto dikir.
Bi tevlîbûna her du welatan hejmara endamên Herêma Schengenê bû 29.
Romanya û Bûlgaristan di 1 kanûna paşîn a 2025an de bên endamên Herêma Schengenê.
Konseya Yekîtiya Ewrûpayê ya meha borî biryara tevlîbûna her du welatan dabû.
Romanya û Bûlgaristan di 2007an de bûbûn endamên Yekîtiya Ewrûpayê lê bele rêya Schengenê li wan hatibû girtin.
Holanda, Hûngarya (Macaristan) û Awusturya beşdarîya her du welatan asteng dikirin.
Bi taybetî Awusturya, Avusturyayê koçberî û gendelîyê wekç sebebên vetoya xwe nişan dida.
Ji bo welatekî bibe endamê HerêMA Schengenê 27 welatên Yekîtîya Ewrûpayê divê denge erênî bidin.
Tevî beşdarîya herdu welatên navborî, Herêma Schengenê bû 29 welat.
Cara dawî, Kroatya di 2024an de bûbû endamê Herêma Schengenê.
Peymana Schengenê
Peymana Schengenê di sala 1995an de di navbera hin welatên ewrûpî de li Luxemburgê hat îmzekirin.
Heta niha, 22 jê endamên Yekitiya Ewrûpayê, 29 welatên li Ewrûpayê vê peymanê îmze kirin.
Bi vê peymanê, welatên endam kontrolên li ser sînorên di navbera xwe de betal dikin.
Ev jî destûrê dide rêwîtî û bazirganîya di navbera welatên endam de hêsantir bibe.

Welatên endam ên herêma Schengenê ev in:
Herêma Schengenê ji Almanya, Avusturya, Belçîka, Bulgaristan, Denmark, Estonya, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Îtalya, Komara Çek, Letonya, Lîtwanya, Luksemburg, Macaristan, Malta, Polonya, Portûgal, Romanya, Slovakya, Slovenya, Îspanya, Swêd, Kroatya û Yûnanistan, Îsland, Liechstenstein, Norwêc û Swîsreyê pêk tên.
Ji van welatan Îsland, Liechstenstein, Norwêc û Swîsre ne endamên Yekitîya Ewrûpayê ne.
Infowelat
———————————————-
Foto: Nexşeyekê ku li ser endamtîya Bûlgaristan û Romanyayê hatîye çêkirin/Medyaya Civakî