Nûnerên Rojava bi HTŞê re civîyan

Hevdîtina yekemîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberîya nû ya li Şamê pêk hat.

Hevserokê Nûnertiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê Washingtonê Bassam Îshaq ji Rûdawê re ragihand, di civînê de mijarên leşkerî hatine gotûbêjkirin.

Hevdîtina yekemîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberîya nû ya li Şamê pêk hat.

Şandeya HSDê ku Rojava temsîl dike, li Şamê bi Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şera (Ebû Mihemed El Colanî) re civiya.

Rûdawê ragihand, çavkanîyeke wan hevdîtinê piştrast kirîye.

Çavkaniya Rûdawê dîyar dike, hevdîtin erênî derbas bûye û wiha diaxive:

“Her du aliyan li hev kirin ku danûstandinên xwe berdewam bikin da ku bigihên têgihiştinê ji bo paşeroja Sûriyeyê.

Hevserokê Nûnertiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yê Washingtonê Bassam Îshaq ji Rûdawê re ragihand, di civînê de mijarên leşkerî hatine gotûbêjkirin.

HTŞ li hember federalîzmê ye

Li alîyekî din, Ehmed Şera di hevpeyvîna xwe ya di kanala El Erebiyê de qala HSDê û paşeroja Sûriyeyê kir.

Ehmed Şera got, wê li Sûriyeyê sîstema federalî pêk neyê û HSD jî wê bibe beşeke ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê.

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê wiha axivî:

“Birêvebiriya niha ji bo çareserkirina krîza li bakurêrojhilatê welêt û pişt re tevlîkirina wê di hêzên çekdar ên Wezareta Berevaniyê de danûstandinan bi HSDyê re dike.”

Çima Rojava federalîzmê naxwaze?

Ji destpêka hilweşîna rejîma Baasê û vir ve rêveberîya Rojava ji bo rêveberîya nû ya HTŞê peyamên erênî dide.

Nûnerên Rojava ragihandin, ew dixwazin bibin parçeyeke Sûrîyeyê û Şamê jî wekî paytext qebûl dikin.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî çend roj berê got, ew amade ne tevlî hêzên leşkeri yên rêveberîya li Şamê bibin û ewlekarîya sînoran radestî vê rêveberîyê bikin.

Di vê proseya guherîna îktîdarê ya li Sûrîyeyê, nûnerên Rojava qala statûya herêmê nekirine û di hizûra raya giştî de otonomi an federalîzmê pêşniyaz nekirine.

Ji pisporan alîkarî bixwazin

Ev yek ji alîyê gelek kesan ve wekî xetere tê dîtin û rêveberîya Rojava tê hişyarkirin. Bo nimûne, lêkoler Zara Salih di vê mijarê de HSDê, PYDê û ENKSê bi pasîfbûnê rexne dike.

Salih dide zanîn, divê bi biryardarî hemû rêxistinên kurd federalîzmê pêşniyaz bikin û di vê meseleyê de ji pisporan alîkarî bê xwestin.

Salih di vê mijarê de ji Dengê Amerîkayê re wiha diaxive:

“Gotara wan ya siyasî dem di ser re çûye piştî roxandina rejîma Sûrî. Lewra, pêdivîyeke lezgîn heye ku pisporên kurd, rêberên civaka sivîl û kesayetîyên civakî yên bibandor beşdarî vê şanda ku diçe Şamê bibin. Divê Amerîka û alîyên din piştgirîya vê yekê bikin.”

Infowelat

—————————————————

Foto: Du çekdarên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk

Meclîsa Damezrîner federalîzmê pêşniyaz kiribû

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …