Qawal: Muzîkjenên pîroz ên êzdî

Rîtuel û festîwalên êzdî ji aliyê komên muzîkjenan yên bi navê qawal, li gundên wan tên îcrakirin.

Qawal ku mirovên olî ne û statuya xwe ji dapîrên xwe dewr girtine li deverên cuda yên Kurdistanê dijîn. Ciyê ew lê dijîn Başik û Bahzan û gundên wekî Şîxan û Badrê yên li bakurê Mûsilê ne. Qawal bi riya axaftin û îlahiyan li ser zîndikirina rîtuel û festîwalan pispor in.

Ji berpirsê wan re Meznê Qawala tê gotin ku yek ji mirovên olî yê herî bilinde ku ji aliyê Baba Şêx (serokê êzdiyan) li ser mijarên di derbarê êzîdiyan de bi wî tê şêwirandin.

Qawal, Sancakê ku Melekê Tawis sembolîze dike, salê carekê ji gundekî êzîdî dibin gundekî din.

Li gorî mîtolojiya êzdiyan eger komeke muzîkjenên pîroz li dora wan enstrûmanên xwe lêxin, şeş sancakên ku dikarin bên bilindkirin hene.

Dema ku qawal diçin gundên êzdiyan, li nava mêr, jin, zarok û şêxên ku li dora wan pîrozbahiyê li dar dixin disekinin û tembûr û zirneyên ku enstrûmanên taybet ên olî ne lê dixin.

Enstrûmanên muzîkê ji aliyê kesên beşdarê vê bernameyê dibin ku destê xwe didin enstrûmanê û paşê di dema rîtuelê de destê xwe datînin ser devê xwe, tên maçkirin.

Ji bo ku êzdî ol û rîtuelên xwe bi bîr bînin û olên din ji wan dûr bên hîştin, Sancak dibin gundê êzdiyan.

Dema qawal diçin gundên êzdiyan, ew bi riya dayina tawsiye û agahiyên di derbarê olê de yên ji bo mirovan dest bi karê xwe dikin. Dema karê xwe diqedînin, her mal ji wan re xurekan tîne. Herkes bikaribe çî bîne wê tîne sifreyê: pezên serjêkirî û mirîşkên serjêkirî.

Her qawal piştî ku ziyafeta êzdiyan bi dawî dibe, bi armanca paqijkirina îbadetxaneyê divê tevlî malbatên xwe biçin îbadetxaneya li Laleşê.

Ew di heman demê de zeytûnan ku zeyta wan her şeva Înê û Çarşemê û di rojên ziyafetê de di lembeyan de tên bi kar anîn, berhev dikin.

Qawal divê ji malbateke olî bin û metnên olî û çîrokên di derbarê afirandina cîhan û mirov de bizanibin; divê ew di heman demê de li gorî rêgezên veşartî rî û simbêlên xwe kur bikin. Daham Alî dibêje ku “Dema qawal tên gundê me ez pir dilşad dibim; dema ew digihîjin gund, ez dizanim ku ew ê agahiyên kêrhatî yên di derbarê olê de bidin me.”

Hesen Şengalî

———

Ev nivîsa ku di 7’ê Çiriya Pêşîn di www.kurdishglobe.net de bi îngîlîzî hatiye weşandin û ji bo kurdî hatiye wergerandin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …