Krîza însanî ya li bakurê Xezayê

A.Rahman Çelîk

Vegera malê her çiqasî kêfxweşiyê dide jî filistînîyên Xezayê jî krîzeke însanî li pêşiya wan heye.

Li bakurê Xezayê pêdivî bi stargeh, av û elektrîkê heye.

Piştî agirbesta Îsraîl û Hamasê Xezayî vedigerin cîyûwarên xwe.

Neteweyên Yekbûyî dibêje ji bo starê pêdiviyeke mezin bi konan heye.

Heta niha ji pêdiviya 135 hezar encax 20 hezar hatine peydekirin.

Bi destpêka agirbesta Îsraîl û Hamasê, Xezayiyên ji serê 15 mehan ji ciyûwarên xwe bûne, dest bi vegerê kirin.

Ji ber sedema ku wesayît kêm in, gelekên wan peya dan ser rêyên ber bi wargehên xwe.

Vegera malê her çiqasî kêfxweşiyê dide jî, qeyranên mezin ên însanî li pêşiya wan hene.

Lewre li deverên bakur ên ku di encama êrîşên Îsraîlê de bûne wêran, bendemayîneke bêhêvî û nediyar dest pê kiriye.

Ne xurek heye û ne jî av û elektrîk.

Bi ser de jî pêdiviyeke mezin a ji bona stargehan heye.

Hema hema temamê avahiyan zirar dîtine.

Piraniya wan îmkan tuneye mirov karibin lê bijiyin.

Stareya xezayîyan tune ye

Saziya alîkariya Xezayê ya Neteweyên Yekbûyî UNRWA’yê destnîşan kir, herî kêm pêdivî bi 135 hezar kon an jî qerevanan ve heye.

UNRWA dibêje heta niha tenê 20 hezar tedarîk kirine.

Çadirên heyî, di nava zivistanê de, wê qismekî wan bistirîne, bes girseya mezin wê nikaribe heta ku di çadiran de jî starê bibînin.

Plana DYAyê ya valakirina Xezayê

Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump bi mebesta ku Xezayî jiyanake baştir heq dikin, pêşniyar dike Urdun û Misir wan bihewînin.

Pêşniyara Donald Trump a şikbar tenê li xweşa Îsraîlê çû.

Rayedarên Urdun û Misirê pêşniyar red kirin.

Endamên kabîneya Îsraîlê yên rastgir daxwaz dikin Şerîda Xezayê tevî nav xwe bikin û ji xwe re bikin niştewar.

Guman heye, eger Xeza ji nû ve neyê avakirin û hêviya jiyanê nedin Xezayiyan, wekî Îsraîl jî dixwaze, dîsa wê mecbûr bimînin, ciyûwarên xwe terk bikin.

Xezayî dibêjin heta ku Donald Trump Urdin û Misirê pêşniyar dike, bila derfetê bide li Xezayê jiyan xweş bibe.

Foto: Filistînîyên vedigerin bakurê Xezayê 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Şahîya zimanê kurdî li Cenevê hat lidarxistin

Fatma Şik Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê li Cenevê pîrozbahîyeke ji bo zimanê kurdî li dar …