Peymana leşkerî ya Brîtanya, Swêd û Fînlandê

Boris Johnson got, peymanên ewlekariyê yên bi Swêd û Fînlandê re ne li hemberê tu welatî hatine îmzekirin û bi vî awayî jî xwest pêşî li reaksiyonên tund ên Rûsyayê bigire.

Serokwezîra Swêd û serokê Fînlandê ji bo ragihandina tifaqa eşkerî ya bi Brîtanyayê re çûn Londonê.

Mêvana ewil ya lîderê Brîtanî Borîs Johnson, serokwezîra Swêdê Magdalena Anderson bû.

Boris Johnson bi serokê Fînlandê Sauli Niinisto re peymaneke ewlekariyê îmze kir.

Her du alî li ser rewşa ewlekariya Swêdê civînekê li dar xistin û paşê jî peymanekê ewlekariyê îmze kirin.

Piştî peymanê daxuyaniyek hevpar a ji bo çapemeniyê hate dayîn.

Johnson di axaftina xwe de got, di çarçoveya peymanê de wê her du alî îstixbarata leşkerî parve bikin û tetbîqatên hevpar bi hev re li dar bixin.

Peymana bi Fînlandê re

Piştî vê daxuyaniyê vê carê lîderê Brîtanî serokê Fînland Sauli Niinistö pêşwazî kir û her du alî îmzeya xwe danîn bin peymaneke ewlekariyê ya di navbera her du welatan de. Di daxuyaniya çapemeniyê de Nîînîsto li ser naveroka peymanê agahî dan û got, eger Fînland rastî êrişekê were, wê Brîtanya were hawara welêt. Borîs Johnson li ser pirsekê, hevkariya leşkerî pistrast kir û got; li ser daxwaza rêvebiriya Helsînkiyê, di şerekî muhtemel de wê Brîtanya ligel Fînlandê ciyê xwe bigire. Johnson got peymanên ewlekariyê yên bi Swêd û Fînlandê re ne li hemberê tu welatî hatine îmzekirin û bi vî awayî jî xwest pêşî li reaksiyonên tund ên Rûsyayê bigire.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …