Navendeke zapatîstayan rastî êrîşê hat

 

 

Yek ji Navendên Destekê yên Arteşa Zapatîsta ya Rizgariya Neteweyî (BAEZLN) ya li Chiapasê rastî êrîşeke çekdarî hat. Di êrîşê de yek ji endamên zapatîstayan hat kuştin û gelek xisara madî pêk hat.

Di 2’yê Gulanê de gelek pêgirtiyên Partiya Kesk a Ekolojîst a Meksîkayê (PVEM), Partiya Çalakiya Neteweyî (PAN), Navenda Serbixwe ya Karkerên Çandiniyê û Gundiyên Dîrokî (CIOAC-H) li şaredariya Las Margaritas êrîşî amûr û navendên Komîteya Hikumeta Baş (JBG) a Realidadê kirin. Di encama êrîşa bi çek de endamê tevgera zapatîsta Jose Luis Solis Lopez hat kuştin û gelek xisara madi pêk hat.

Navenda Mafên Mirov a Fray Bartolome de las Casas a li paytexta San Cristobal de las Casas a eyalate Chiapasê bi daxuyaniyeke berfireh cî da pêkhatina vê bûyerê. Navendê di daxuyaniyê de diyar kir ku beriya bûyerê qemyoneke zapatîstayan ji aliyê endamên CIOAC-H’yê ve hatibû girtin û ji bo çareserkirina vê meseleyê bi navbeynkariya navenda wan, di 2’yê Gulanê de di navbera zapatîsta û rêxistina navborî de hevdîtîn pêk hatine. Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku di êvara heman rojê de qasî 140 endamên vê rêxistinê ji nişkave êrîşî zapatîstayan kirine û ji bilî kuştina kesekî, gelek xisarê dane Dibistana Xweser, Klînîka Xweser û çend wesayitên zapatîstayan.

Navenda mafên mirov bi daxuyaniya xwe êrîşa li dijî projeya xweseriya zapatîstayan şermezar kir û ji hikumeta eyaleta Chiapasê daxwaz kir ku ji bo vê bûyerê dozeke bêalî veke û kesên bûyerê pêk anîne bidarizîne. Herwiha, navendê ji rêvebiriya eyaletê xwest ku xisarên gihîştine navend û amûrên di destê zapatîstayan de bê telafîkirin.

Çavkanî: Desinformemonos.org

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …