Moskow veguherî navenda dîplomasiya mîlîter

Li paytexta Rûsya Moskowê Konferansa Ewlekariya Navneteweyî hate lidarxistin

Gotinên Putin ên derbarê “totalîterîzma neolîberal” mora xwe li vê konferansê xist

Putin li ser aloziya Taywanê jî axivî û Amerîkayê bi provokasyonê tometbar kir

Moskow, bi forûma Army 2022 vediguhere navenda dîplomasiya leşkerî ya Rûsyayê.

Di çarçoveya vê bernameya mîlîtarîst de, Konferansa Moskowê ya Ewlekariya Navneteweyî (MCIS) hate lidarxistin.

Axaftina herî balkêş a konferansê ji aliyê serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin ve hate kirin.

Putin sîstema welatên Rojava rexne kir kir û got:

“Neolîberalîzma totalîter”

“Elîtên globalîst ên Rojava dixwazin cîhanê têxin bin kontrola “neolîberalîzma totalîter.”

Putin gotinê anî ser meseleya Ûkraynayê û diyar kir, welatên Rojava li vî welatî projeyeke antî-Rûs dimeşînin û lewma jî çavên xwe li komkujiya li Donbasê digirin.

Lîderê Rûsyayê bi çend gotinan derbarê aloziya dawî ya li dora girava Taywanê jî axivî û ajot ser Amerîkayê.

“Serdana Pelosi provokasyon e”

Putin got, serdana Nancy Pelosî ya ji bo Taywanê “provokasyon e ku bi baldarî hatiye plankirin.”

Herwiha serokê rûs da zanîn, Amerîka bi vê polîtîkaya xwe, aloziya li herêma Asya-Pasîfîkê sortir dike.

Axêverek din a konferansa ewlekariyê ya li Moskowê, Wezîrê Parastinê ya Rûsyayê Sergey Şoygû bû.

Şoygû got, ti planên Rûsyayê tune ne ku li Ûkraynayê çekên nukleer û kîmyewî bi kar bîne.

Bi vî awayî Şoygû bersivê da nûçeyên derbarê vê mijarê de ku di çapemeniya Amerîka û Ewrûpayê de tên weşandin.

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …