Dîplomasiya Rûsyayê bi firotina çekan pêş dikeve

Putin got, Rûsya amade ye çekên herî modern ku hilberîna wan dike, bide hevalbendên xwe yên li cîhanê

Pûtîn pesnê çekên Rûsyayê da û got, bi riya teknolojiya mîlîter, ew dixwazin hevkariya xwe ya bi welatên din re zêde bikin

Federasyona Rûsyayê endustriya xwe ya leşkerî ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar tîne.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn derbarê qaydeyên hevkariya Moskow û hevalbendên wê de agahiyên balkêş dan.

Putin got, Rûsya amade ye çekên herî modern ku hilberîna wan dike, bide hevalbendên xwe yên li cîhanê.

Pûtîn pesnê çekên Rûsyayê da û got, bi riya teknolojiya mîlîter, ew dixwazin hevkariya xwe ya bi welatên din re zêde bikin.

“Hegemonyaya heyî”

Lîderê Rûs di axaftina xwe de bi peyva “hegemonyayê” derbarê serdestiya Amerîkayê ya li cîhanê de jî axivî.

Pûtin got, hin lîderên li cîhanê didin ser riyeke cuda û hegemonyaya heyî ya di asta navneteweyî de qebûl nakin.

Hêjayî gotinê ye piştî hevdîtina li Sochiyê, Tirkiye û Rûsya biryara domandina hevkariya xwe dabûn û lewma jî tê texmînkirin Pûtîn bi van gotinan qala Tirkiyeyê dike.

Forûma Army-2022 a Moskowê. 72 welat tevlî vê bernameyê dibin.

Rûsya dixwaze bi riya hevkariya çekan Tirkiyeyê ji xeta Amerîkayê dûr bixe û wê bikişîne ser xeta xwe ya global a li dijî sîstema Amerîkayê.

Lewma jî tê texmînkirin, qesda Pûtîn bi gotina dijberiya “hegemonyaya heyî”, têkiliyên dewleta tirk a bi Rûsyayê re ye.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …