Misir û Qeter ji bo şerê Xezayê bê bidawîkirin, planekî nû pêşniyaz dikin.
Bi vê planê, li beramberî ji 5 heta 7 salên agirbesta mayînde, hemû rehîneyên Îsraîlê tên berdan.
Misir û Qeter ji bona şerê Xezayê bê bidawîkirin, planekî nû pêşniyar dikin.
Plan dibêje, li beramberî 5 û 7 salên agirbesta mayînde û hêzên Îsraîlê bi temamî ji herêma Filîstînê vekişin, wê hemû rehîneyên Îsraîlî serbest werin berdan.
Li gorî BBCyê, rayedarekî Filîstînê dibêje Hamas vî planî diperijîne û êdî amade ye ku kontrola Xezayê bide pêkateyeke Filîstînî ya ku li herêmê tê qebûlkirin.
Kanala Erebistana Siûdî Al-Hadathê jî destnîşan kir, di navbera du rojan de, tûreke nû ya muzakereyan bi beşdariya navneteweyî wê li Qahîre û Dohayê dest pê bike.
Şandeyeke ji Hamasê ji bo bi navbeynkaran re hevdîtinê bikin, çûn Misirê.
Medyaya Qeterê jî ragihand ku heyeta Îsraîlê ji bo hevdîtinan bide destpêkirin, gihîştiye Qahîreyê.
Infowelat
—————————————-
Foto: Dîmeneke Xezaya wêran