Maoîstê duh bû reformîstê îro

 

Li Nepalê tê gotin ku “Kesên ji dîrokê fêr nabin ew ê carekê din wê dûbare bikin”.

Vê hefteyê salvegera 20 saliya şerê navxweyî ya Nepalê ye û wê çend hefte şûn 10 sal di ser bidawîna şer re derbas bibe.

Di 4’ê Sibata 1996’an de Baburam Battarayî ku serokê hêzên maoîst bû, lîsteyeke ku tê de 40 daxwaz hatibûn nivîsandin ji raya giştî re eşkere kir. Battarayî ji bo pêkanîna van daxwazan du hefte dem da hikumetê û gef li hikumetê xwar ku di dawiya vê pêvajoya kurt de ew ê dest bi şerekî berfireh bikin.

Di nava daxwazan de betalkirina peymana 1950 ya bi Hîndîstanê re, pêkanîna xweseriyan komên etnîk, sekinandina serdestiya şîrketên biyanî di aboriya Nepalê de, amadekirina destûreke bingehîn a nû, kontrolkirina hêzên polîs ji aliyê rêvebiriya sivîl, pêkanîna azadiya çapemeniyê jî hene.

Hikumeta Şer Bahadûr bersivê neda daxwazên maoîst û li ser vê yekê di 13’yê Sibata 1996’an de hêzên maoîst ên serhilder li seranserê welat dest bi êrîşên navendên polîsan kirin. Di heman demê de êrîşên giran li dijî konseyên gund û navçeyan yên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn hilbijartin hatin kirin. Di şer de ji % 90’ê van rêxistinan hatin hilweşandin û di tevahiya şer de windabûnên ji her du aliyan ku gelek sivîl jî tê de hebû, gihîşt 17,000’î. Piştî xwepêşandanên berfireh ên li kolanan di navbera her du aliyan de peymana aştiyê hat îmzekirin û gav bi gav Nepal derbasî sîstemeke federal bû.

Baburam Battarayî çend sal piştî bidawîbûna şer dev ji partiya maoîst berda û partiyeke nû ya bi navê Hêza Nû damezrand. Battrayî êdî ji polîtîkaya maoîst dûr ketiye û qala daxwazên xwe yên 20 sal berê nake.  Bernameya wî jî kêm zêde wekî bernameyên partiyên din e û tê de daxwazên aboriyê, kêmkirina bêkariyê û berfirehkirina mafên welatiyan cî digire.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …