AA dest bi weşana kurdî ki

Ajansa Anatolyayê ku di cîhanê de yek ji ajansên herî mezin e û girêdayî dewletê ye, dest bi weşana kurdî kir. Weşanên kurdî bi zaravayên kurdî kurmancî û soranî 1’ê Rezberê dest pê kir.

Bi ve gavê, piştî tirkî, îngilîzî, erebî, BHS (boşnakî, hirwatî, sirbî) û rusî kurdî bû zimanê şeşemîn ê weşana ajansê. Ajansê ji bo Serwîsa kurdî 40 xebatkar girtin û wan li navenda li Enqereyê û li ofîsa Hewlerê ku ji bo beşa kurdî vekiribû, bi cî kir. Ajansê diyar kir ku wê di demeke nêzîk de li Silêmaniyê û Kerkûkê jî ofîsên nû veke.

Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinç erênî nêzîkî zêdekirina beşa zimanê kurdî li pênc zimanên weşana ajansê, bû û da xuyakirin ku ew ji ber vê pir dilxweş bûye. Gelek wezîrên hikumeta AKP’ê jî erênî nêzîkê vê gavê bûn û dilxweşiya xwe anîn ziman.  Herwiha, Serokê BDP’ê Selahattin Demirtaş û serokê CHP’ê Kemal Kılıçdaroglu piştevaniya ajansê kirin û ji bo vê gavê wê pîroz kirin.

Destpêkirina weşana kurdî ji aliyê Ajansa Anatolyayê ji bakur bêtir, zêdetir di medyaya Başûrê Kurdistanê de cî girt. Qenalên televîzyonên yên wekî Rûdaw, NRT û Galî Kurdistan bi nûçeyên berfireh cî dan vê pêşveçûyîna li Tirkiyeyê. Di gelek malperên kurd de jî nûçeyên bi vî rengî ku vê bûyerê erênî didîtin, hatin weşandin.

Li gorî vîzyona sala xwe ya 100’emîn de, Ajansa Anatolyayê dixwaze di 11 zimanan de weşanê bike û di vê çarçoveyê de Serwîsa Zimanê Kurdî ajansê zêdetir nêzîkî vê armancê kir. Di bin sernivîsên polîtîka, aborî, spor, tûrîzm, jiyan û çand û hunerê de wê nûçe bi fotograf û vîdyoyan cî bigirin. Weşana kurmancî ya ajansê li ser rûpela http://www.aa.com.tr/kk  û weşana soranî jî li ser rûpela http://www.aa.com.tr/ks de dikare bê şopandin.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …