Li hember çalakiya ziman lêpirsîn

Li Amedê ji aliyê Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî li hember 1500 mamosteyên ku di 15 Gulanê de saetek dersa kurdî dane, lêpirsîn hat vekirin. Bi armanca lêpirsînê, îfadeya 10 mamosteyên çalakger hat girtin. Li ser vê bûyerê, Şaxa Amedê ya Egîtîm-Senê vê çalakiyê parast û reaksiyon nîşanî lêpirsînê da.

Şaxa Amedê ya Egîtîm-Senê di Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê de bi armanca balê bikişîne ser perwerdeya zimanê kurdî çalakiya saetek dersa kurdî pêk anî bû. Çalakiya ku 1500 endamên sendîkayê beşdar bû, rastî lêpirsîna rêvebiriya perwerdeyê hat û li hember mamosteyên beşdarê çalakiyê bûne lêpirsîn hat destpêkirin.

Serokê Şaxa Amedê ya Egîtîm-Senê Kasim Bîrtek li ser lêpirsînê daxuyaniyek da û helwesta rêvebiriya perwerdeyê ya Amedê rexne kir. Kasim nêrînên xwe wiha anî ziman: “Li gorî agahiyên hatine ber destê me heta niha îfadeya 10 mamosteyan hatine girtine. Di lêpirsînê de fotokopiya lênûskên polan ji mamosteyan hatiye xwestin. Ev lêpirsîn dijhiqûqî ye. “

Lê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Amedê Hadî Agirbaş meşandina lêpirsînê red kir û got ku “li seranserê bajêr me lêpirsîneke wiha nedaye destpêkirin.”

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …