“Civîna antî-kapîtalîst” a li Bolîvyayê bi dawî bû

Li Bolîvyayê “Cîvîna Antîkapîtalîst” a ku di navbera 31’ê Tîrmehê û 2’yê Tebaxê de hat li dar xistin, bi dawî bû. Di civîna ku bi armanca “parastin û destekirina” serokê Bolîvyayê Evo Morales a li hember helwesta hin dewletên ewropî hat li dar xistin de, beşdariya dewletê wekî Arjantîn, Brezîlya, Kanada, Kolombiya, Kosta Rîca, Ekvador, Spanya, Şîlî, Kuba, Fransa, Meksîka, Nîkaragua, Panama, Paraguay, Perû, Ûrûgûay û Venezûla pêk hat. 

Di Civîna Navneteweyî ya Rêxistinên Sosyal ên Antî-kapîtalîst û Antî-kolonyalîst de ku li bajarê Bolîvyayê Cochabambayê hat li darxistin  de, di van mijaran de komên xebatê hatin avakirin: 1) Xetereya NATO’yê ji bo Amerîkaya Latîn, 2) Stratejiya nû ya neolîberal a Hevgirtina Pasîfîkê, 3) Dekolonîzasyon û antî-emperyalîzm, 4) Peyman û lihevkirinên navneteweyî, 5) Sîxuriya emperyalîst a ji bo serdestiya li ser gelan, 6) Dij-êrîşa ragihandinê.

logo-cumbre

Di civînê de helwesta hin dewletên Ewropa ya mehekê berê ya li hemberê rêwîtiya serokê Bolîvyayê ku ji Rûsyayê vedigeriya welatê xwe, bi tundî hat rexnekirin. Herwiha di şeş mijarên bingehîn ên civînê de gelek nîqaş hatin meşandin û di dawiya civînê de encamnameyekê hat amadekirin. Bi kurtahî naveroka encamnameyê wiha ye: Bi armanca şerkirina li hember amûrên hêzê yên neteweyên hegemonîk hevgirtina tevgerên civakî; teşwîqkirina dekolonîzasyonê û antî-emperyalîzmê ji bo avakirina edaleta civakî; ji bo civak bi serbilindî bijî belavkirina zengîniyê; xurtkirina mafên mirovan û mafên Dayika Axê; şerkirina li hember hemû cure sîxuriyê, midaxaleya hêzan û kontrola amûrên ragihandina civakî ya li hember dezenformasyona kolonyalîzmê.

Herwiha civîn, ji bo mafê gelan û şermezarkirina bûyerê li hember Evo Morales,  2’yê Tîrmehê “Roja Navnteweyî ya li hember Emperyalîzmê” îlan kir. Di de heman demê de biryar hat girtin ku “Civîna Antî-emperyalîst, Antî-kapîtalîst û Antî-kolonyalîst a ji bo Serdestiya Gelan û Pêkanîna Mafên Mirovan” a duyemîn di 5’ê Adara 2014’an de li Venezûelayê bê li dar xistin.

Meha çûyîn Fransa, Spanya, Îtalya û Portekîz bi hinceta ku ajanê kevn ê saziya Neteweyî ya Ewlekariyê (NSA) ya Amerîkayê Edward Snowden tê de ye, seheya xwe ya hewayê ji bo balafira serokê Bolîvyayê Evo Morales girtibûn. Ji ber heman sebebî, balafira Morales li paytexta Awistiryayê Viyanayê hatibû daxistin, 13 saet hatibû sekinandin û lêgerîn tê de hatibû pêkanîn.

Çavkanî:

http://www.cumbreantiimperialista.org.bo

http://www.la-razon.com

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …