Li Fransayê anketa li ser zimanên kêmar

 

 

Ji % 72’ê yê raya giştî yê Fransayê alîgirê fermîbûna zimanên ku li welat wekî “zimanên herêmî” tên binavkirin in.

Li gorî anketa ku ji aliye rojnameya herêmî ya Bretonyayê Ouest France ve hat kirin, ji % 72’yê welatiyên li Fransayê alîgiriya xwe ya ji bo fermîbûna zimanên herêmî diyar dikin. Anketa navborî di navbera 10 û 12’yê Hezîranê de bi 1004 kesan re hatiye kirin.

Destûra Bingehîn a Fransayê diyar dike ku “zimanê komarê fransî ye” û vê xalê li hember naskirina fermî ya zimanên kêmaran asteng e.

Ji vir 15 sal berê, di 7’ê Gulana 1999’an de Fransa Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Kêmar îmze kiribû. Lê heta niha vê peymanê ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye erêkirin.

Jêder: Jornalet.com, Ouest-france.fr

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …