Hewldanên ji bo parastina du navendên perwerdeyê yên li bakurê Norwêcê

 

 

Li Borselvê ya li bakurê Norwêcê dibistana ku perwerdeya çand û zimanê kven lê dihat kirin ji aliyê şaredariyê ve hat girtin. Piştî vê, girtina mala yextiyaran a Solbrattê ya li heman herêmî hat rojevê.

Zimanê kvenî yek ji zimanê herî zêde di xetereyê de yê di nava zimanên fîno-ûgrîk de ye. Borselv (Pyssyjoki) gundekî biçûk e ku ziman û çanda kvenî lê xwedî bingeheke xurt e. Li mala yextiyaran a li Solbrattê jî xebatkar bi kvenî diaxivin û v ili wir ziman zindî dihêlin.

Welatiyên li herêmê bi mebesta ku dibistan neyên girtin kampanyayeke daxwaznameyan dan destpêkirin. Parazvanên ziman di kampanyayê de eşkere dikin ku armanca wan parastina ziman û çanda Borselvê ye.

Jêder: Petitions24.com

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …