Herêmeke li Îspanyayê dixwaze bibe 18. herêma otonom.
Şaredarê Leonê ji bo bajarê wî ji Kastîlyayê veqete, raporeke hiqûqî amade kir.
Herêmeke li bakurê Îspanyayê daxwaza otonomîyê dike.
Doza bidestxistina otonomîyê her ku diçe bêtir dibe di nava civaka Leonê de belav dibe.
Cara dawî, Şaredarê Leonê vê meseleyê xist rojeva Îspanyayê.
Şaredarê bajarê Leonê José Antonio Díez ji bi raporeke hiqûqî daxwaz kir, Leon ji Kastîlyayê veqete.
Şaredarê sosyalîst Antonio Díez di vê mijarê de destekê ji gelek derdorên herêmî digire.
Baskên herêmî yên sendîkayên UGT, CCOO, USO û CGT piştgirî didin doza otonomîyê.
Herwiha, daxwaza otonomîyê ji rêxistinên herêmî yên partîyên mezin ên Îspanyayê PP û PSOEyê jî destekê werdigere.
Li alîyekî din, hêza sereke ya doza otonomîyê dike Unió del Poble Leonès (UPL) e.
Bajarê Leonê navenda xebatên ji bo bidestxistina otonomîya polîtîk e.
Çalakîya dawî ya girseyî ya bi armanca otonomîyê di 16yê sibatê de li bajêr hat lidarxistin.
Texmîna ji bo hejmara beşdarên vê çalakîyê di navbera 15,000 û 50,000î de ye.
Çalakîya dawî, meşa pêncemîn e ku di nava çar salan de hat lidarxistin.
Çima otonomîyê dixwazin?
Leonî di wê bawerîyê de ne, herêma wan di bin kontrola Kastîlyayê de marjînal dibe.
Aborî, ziman, nasnameya dîrokî-çandî qadên sereke yên vê marjînalbûnê ne.
Eger daxwaza Leonê pêk were, Leon wê bibe herêma 18. Xweser a Îspanyayê.
Lêbelê, desteka herêmî di asta dewleta îspanyol de têra bidestxistina otonomîyê nake.
Navendên PP û PSOE ne qayil in Leon ji Kastîlyayê veqete.
Û ne jî Kastîlya amade ye vê herêma mezin ji wê veqete û bibe herêmeke otonom.
Dema partîyekê vê daxwazê pêşnîyaz nekin, mijar nikare were rojeva Parlamentoya Îspanyayê.

Herêma Leonê
Leon herêmeke li bakurêrojavayê Îspanyayê û nifûsa wê nêzîkî milyonekê ye.
Salamanca, Zamora û Leon sê parêzgehên vê herêmê ne ku erdên wê 38,489 km2 ye.
Herêm ji alîyê hiqûqî ve parçeyeke Herêma Otonom Kastîlya-Leonê ye.
Îspanya dema di 1978an de derbasî sîstema otonomîyê bû, leonî jî wekî herêmên din ketin nava herketê.
Mixabin însîyatîda otonomîyê di asta civakî ê polîtîk de têra destekê wernegirt û têk çû.
Leon parçeyeke Kralîyeta Leonê bû ku di 910an de hat damezrandin.
Dewleta Leonê di sedsala 11. de ket bin kontrola Kastîlyayê.
Tevî vê jî, Leon heta sala 1833an navê xwe yê wekî “kralîyetê” parast.
Ji vê demê û şûn ve, herêm rastî polîtîkayên navendîkirinê hat û xweserîya xwe winda kir.
Foto: Meşeke ji bo otonomîya Leonê/Nationalia