Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya Bakurê Îrlandayê de agahîyên derbarê kolonîzekirina herêmê, têkoşîna ji bo rizgarîyê, peymana aştîyê û otonomîya bakurê Îrlandayê dikarin bên xwendin.

Hejmara 4. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Rêya Serxwebûnê weşaneke Infowelat e û ji nûçe û gotarên malperê pêk tên.

Bulten hewl dide bibe bingeheke ji bo înformasyona bi kurdî ya li ser meseleya naskirina polîtîk û self-detemînasyona miletan.

Serxwebûn, federalîzm, otonomî û hemû modelên xwerivebirinê mijarên Rêya Serxwebûnê ne.

Hejmara yekemîn a Rêya Serxwebûnê di kanûna pêşîn a 2023an de hatibû weşandin.

Di hejmarên berê de ligel nivîsên din, dosyeyên li ser Skotland, Tîrola Başûr û Greenlandê hatibûn weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye.

Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya Bakurê Îrlandayê de agahîyên derbarê kolonîzekirina herêmê, têkoşîna ji bo rizgarîyê, peymana aştîyê û otonomîya bakurê Îrlandayê dikarin bên xwendin.

Tevî vê dosyeyê, nivîsên di vê hejmarê de ev in:

  • Şêrê Flaman di 1847an de hat nivîsandin
  • Wilhelmus strana serxwebûna Holandayê ye
  • Thomas Paine: Îdeologê serxwebûna Amerîkayê
  • Meşa Gandî rêya serxwebûna Hîndistanê vekir
  • Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe
  • Korsîka dibe giraveke otonom

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …