`Kurd` li Hember Perwerdeya Kurdî

 

 

 

 

Li Rojavayê Kurdistanê Kantona Cizîrê di sala xwendinê ya 2015-2016 de di her sê salên Seretayî de hemû ders bi Kurdî têne dayîn. Wezareta Perwerdê ya Kantona Cizîrê ji bo vê yekê di havîna borî de amadekariyek xurt ji bo pirtûkên Kurdî kir. Ji bo her 3 salan di bin çavdêriya pisporan de ev pirtûk bi awayekî serkeftî hatin amade kirin. Li gel vê yekê di peymangehên ku hatine vekirin de mamosteyên Kurdî hatin perwerde kirin. Di van perwerdan de dersên pêdagojî (perwerdenasî) jî hatin dayîn. Lê piştî ku dibistan dest bi perwerdê kirin ji hindek aliyan ve bertekên siyasî hatin nîşan dan.

Li Kurdistana Rojava cara yekê ye ku gelê Kurd di mercên azadiyê de perwerdeya bi zimanê dayikê dibînin. Di nav pergala Xweseriya Demokratîk de ne tenê Kurd hemû pêkhateyên Kantona Cizîrê bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdê xwe dibînin. Lê hindek aliyan li hember vê pergala nû bertek nîşan dan. Di serî de rejima dewleta Suriyê li dijî perwerda Kurdî hindek dibistanên di bin kontrola xwe de girtin û mamosteyên ku tevlê perwerda Kurdî bibin bi `qutkirina mûçeyan` tehdît kirin. Lê berteka herî balkêş ji aliyê ENKS ve ku ji partiyên weke PDK-S, Yekîtî û Pêşverû pêk tê, hate nîşan dan. ENKS îdîa kir ku ev bernameya bi zimanê Kurdî ji aliyê PYD ve û bi şêweyekî îdeolojîk hatiye amade kirin. Lê aliyên serbixwe yên ku ev pirtûk lêkolîn kirin dane xuya kirin di pirtûkan de rastî ti nivîsên îdeolojîk nehatine.

Li Kantona Cezîrê di nav demên cuda de li hember pergala perwerda zimanê Kurdî  daxuyanî hatine dayîn û çalakî hatine lidarxistin. Di dîroka 13.09.2015`an de ENKS`ê belavoke belav kir, 2 roja piştî wê eşîra Tay 15.09.2015`an de belavokek belav kir. Naveroka her du belavoka wek hev in û didin xuya kirin ku ’’Zimanê Kurdî di navdewletî de meşruiyeta xwe nine û ji aliyê UNICEF`ê ve nayê naskirinê û Ji ber vê yekê jî pêşeroja zarokên me tarî ye.“

ENKS`ê li Girkê Legê 26.10.2015`an de li dijî pergala perwerda zimanê Kurdî çalakiyek lidarxist. Çalakiya ENKS`ê weke navendî hate lidarxistin û ji bajarên cuda tevlîbûn çêbû. Balkêş e ku kesên ev çalakî organize kirin piraniya xwe endamên kevin yên Partiya Baas ya rejima Suriyê ne. Yek ji van kesan Evdilsamed Xelef Biro ye. Biro, endamê Partiya Yekîtî ye. Serokê kevin yê vê partiyê Fuad Elîko niha li Tirkiyê ye û bi MîT`a Tirkiyê re li dijî şoreşa Rojava kar dike. Serokê niha yê vê partiyê Ibrahîm Biro jî gelek caran serdana Elîko û MîT`ê dike. Kesekî din ku li dijî perwerda zimanê Kurdî derdikeve dîse ji partiya Yekîtî Hesen Salih Tenurî ye.

Aliyekî hîn balkêştir jî hindek mamosteyên û endamê partiya Baas ya rejima Suriyê ku di heman demê de endamên ENKS û PDK-S ne, li dijî perwerdeya zimanê Kurdî tevdigerin. Gelek ji van endamên ENKS`ê zaroyên xwe bi nasnama Ereb û Suryan li dibistanên dewletê tomar dikin. Yanî dixwazin ku zaroyên wan perwerdeya pergala Baas bibînin.

Tevî van bertekan jî her roj bi hezaran zarokên Kurd ber bi dibistanê Kurdî ve diçin û bi sirûda `Ey Reqîb` dest bi xwendina xwe dikin. Li kolanên Q  amişlo, Dêrikê, Amûdê û hemû gund û bajarên Rojava zarok bi kêfxweşiyeke mezin strana `bi xeml û rewş e, şîrîn û xweş e, zimanê Kurdî` dibêjin.

Jêder: ANHA

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Gal perwerdeya bi zimanê dayîkê nîqaş dike

Hikumeta Welatê Galê wê çend meh paşê pêşnûmaya Qanûna Perwerdeya Galî pêşkêşî parlamentoya herêmî bike. …