Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu vê sibehê hat binçavkirin.
Sebeba operasyona li hemberê şaredarê CHPê, wekî “gendelî” û “têkiliyên bi terorê” re hat nîşandan.
Dewletê xebata platformên dijîtal ên wekî X, YouTube, Instagram û TikTok ya li nava sînorên Tirkîyeyê sekinand.
Tirkîyeya di bin rêveberîya Erdogan de êrişên xwe yên li hember mixalefetê berdewam dike.
Pêla êrişên li hember beledîyeyên kurd îro gihişt ber derîyê Stenbolê.
Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu vê sibehê hat binçavkirin.
Berîya vê, polêsan bi ser mala Îmamoglu de girtin.
Sebeba operasyona li hemberê şaredarê CHPê, wekî “gendelî” û “têkiliyên bi terorê” re hat nîşandan.
Di çarçoveya heman operasyonê de biryara girtina 1oo kesan jî hat dayîn.
Dewlet tirk di heman demê de qedexeya çar rojan ji bo çalakîyên li Stenbolê ragihand.
Û pê re jî xebata platformên dijîtal ên wekî X, YouTube, Instagram û TikTok hatin sekinandin.
Tirsa Erdogan a ji bo hilbijartinê
Berîya operasyonê di asta akademîk de li hemberê Îmamoglu gavek hat avêtin.
Zanîngeha ku Îmamoglu jê diploma wergirtibû, dîplomayê betal kir.
Bi vê gavê, Erdogan dixwaze rêya namzetîya serokomarîyê li Îmamoglu bigire.
Hebûna diplomaya zanîngehê şertê ji bo serokomarîya Tirkîyeyê ye.
CHPê wê di 23ê adarê de namzetê xwe yê hilbijartina serokomarîyê dîyar kiribana.
Bi oparasyona dawî namzetîya Îmamoglu hat astengkirin.
Tê ragihandin, Erdogan ditirse di hilbijartinê de bi Îmamoglu re têkeve nava pêşbirkê.
Hedef “lihevkirina bajêr” e
Dîtineke din a li ser sebebên vê zext û zora dawî platforma “lihevkirina bajêr” nîşan dide.
Ev platform ji bo hilbijartinê, li her navçeyên Stenbolê hatîye avakirin û ligel CHPê DEM Partî û sazîyên demokratîk jî tê de cî girt.
Vê platformê di hilbijartinê de destekê da CHPê û ev jî bû sebeb Ekrem Îmamoglu di hilbijartinê de bi ser bikeve.
Di heman hilbijartinê de Ahmet Ozel li navçeya Esenyurtê hatibû hilbijartin lê paşê ji kar hatibû girtin.
Kurd di nava vê platformê de aktîf in û bi dengê xwe encamên hilbijartinê dîyar dikin.
Infowelat
——————————————-
Foto: Ekrem Îmamoglu