Serokê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, ji bo vê êrişê dîlên di destên Hamasê de sebeb nîşan da.
Lêbelê sebebên esasî yên xerakirina peymana agirbestê desteka Amerîkayê, koalîsyona şerxwaz a hikumeta Îsraîlê û doza gendelîyê ya Netanyahu ye.
Aramîya li Xezaya wêran piştî du mehan careke din xera bû.
Îsraîlê vê sibehê êrîşeke hovane ya hewayî û bejahî bir ser Şerîda Xezayê.
400 filistînî ku pirî ji wan sivîl bûn, hatin kuştin.
Di nava kuştîyan de nûnerên payebilind ên Xezayê jî hene.
Serokê şerxwaz ê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû, ji bo vê êrişê dîlên di destên Hamasê de sebeb nîşan da.
Lêbelê li cîhanê kêm kes ji hinceta Netanyahû bawer dike.
Îsraîla ji bo meşandina peymana aştîyê ne dilxwaz bû, bi heftane li Xezayê gefa êrîşeke mezin dixwar.
Hin sebebên esas ên li paş xerakirina peymana agirbestê yên navneteweyî û navxweyî bi hêsanî dikarin bên zelalkirin.
Faktora Trump
Sebebeke sereke bi rewşa dawî ya Artêşa Îsraîlê re eleqer e.
Hêzên Îsraîlê ku Şerê Xezayê de windahîyan dabûn ê ji şer westîyabûn, niha ji bo şerekî din amadene.
Tê ragihandin, Amerîka gelek cebilxane şandîye Îsraîlê û loma jî ji alîyê artêş xwedî lojîstîkeke berfirehe.
Faktoreke din a bi derve re girêdayî, desteka Trump a ji bo Îsraîlê ye.
Netanyahu bi dostanîya Trump bawer dibe û dixwaze vê yekê ji bo domandina polîtîkaya xwe ya şer bi kar bîne.
Jinûvevejîna Hamasê
Sebebeke din, gav bi gav biserxwevehatina Xezayê ve eleqeder e.
Hamasa di şer de derbeyeke giran xwar, niha bi bi hezaran filistînîyan tevlî baskê xwe yê leşkerî dike.
Li alîyekî din, îstîxbarata Îsraîlê di dema agirbestê de rêveberîya Hamasê baş şopand û cîyê wan tespît kir.
Netanyahu bi vê êrişê xwest rêveberîya nû tune bike û heta astekê gihîşt vê armanca xwe.
Polîtîkaya hundir a Îsraîlê û meseleya yekitîya hikumeta koalîsyonê sebebeke din a êrişa îro ye.
Hevalbendên şerxwaz û doza gendelîyê
Kurtedemek şûn de wê di Parlamentoya Îsraîlê de dengdanek bê lidarxistin ku tê de qedera hikumetê tê dîyarkirin.
Hevalbendên koalîsyonê yên Netanyahu li dijî aştîya mayînde ya Xezayê ne.
Netanyahu bi vê êrişê xwest dilê hevalbendên xwe yên şerxwaz xweş bike.
Sûcdarîyên gendelîyê sebeba dawî ya xerakirina agiberbesta şikestinbare.
Netanyahu ji ber sûcdarîyên gendelîyê tê darizandin û eger sûcdar bê dîtîn, dikare cezayê girtîgehê lê bê birîn.
Li gorî medyaya Îsraîlê, Netanyahu ji dadgehê daxwaz kir ku “ji ber destpêkirina şer” tevlî rûniştina dawî nebe.
Infowelat
—————————————-
Foto: