Rênas JIYAN
Ji bo tirkmancan kurdbûn ne hebûn e, “henek”ek e. Çawa mirov carna ji acizî ji xwe re henekekê dike û sebra xwe pê tîne, kurdbûn jî wiha, henekek e. Nostaljiyek e kurdbûn ji bo tirkmancan, ne realîte ye ew, çûye, miriye; ax, kurdbûn ax!
Tirkmancbûn biyanîbûnek e. Kesayeta “tirkmanc” kesayeta kurd a parçebûyî ye, a windabûyî ye. Peyva “tirkmanc” ji peyva “kurmanc”, ango ji peyva “kurd-manc” tê; kurd rabûye û tirk ketiye şûna wê. Ev kesayetana ji ber ku pir “tirkîze” bûne ji wan re ji dêvla “kurmanc” “tirkmanc” tê gotin di nav civaka kurdan de.
Kurdê/a li xwe danîne û newêre û nikare bibe kurd, dibe tirkmanc. Tirkmanc di kesayeta wan de tiştekî eşkere nîn e: Nasnameya wan nasnameyeke gemarî ye. Ramanên wan ne zelal in, ruhê wan şolî ye. Di mijara eydiyetê de pir sergêj in. Wek lewleba seata dîwaran tim derin û tên. Ne kes tiştekî ji wan fam dike ne ew tiştekî ji xwe fam dikin.
Tirkmanc pir keysperest in, zehf konformîst in. Ne xwe ji tirkan dikin/diqetînin û ne jî xwe ji kurdan dikin/diqetînin. Di nav tirkan de dibin tirk û di nav kurdan de jî dibin kurd. Pir berjewend û oportunîst in. Kesayeta wan bêfesal (amorf) e, diçe her alî, dikeve her qalibî.
Tirkmanc bazirganên (bûrjûwayên) miletbûnê ne. Miletfiroş in ew. Malê wan ê firotinê netewetî ye. Wan miliyet ji xwe re kiriye meta. Gava diçin cem kurdan tirkbûnê difiroşin kurdan, û gava tên cem tirkan îcar kurdbûnê difiroşin tirkan. Ev kesayet bazirganê nirxan e.
Kurdê/a li xwe danîne û newêre û nikare bibe kurd, dibe tirkmanc. Tirkmanc di kesayeta wan de tiştekî eşkere nîn e: Nasnameya wan nasnameyeke gemarî ye. Ramanên wan ne zelal in, ruhê wan şolî ye.
*
Tirkmanc ew kes in ku bûne biyaniyên xwe. Xema wan ne çanda wan e, ne azadiya welatê wan e. Ew bi eslê xwe kurd in lê ew vî eslî wek zaroktiya temenê xwe dihesibînin. Gava biçûk in kurd in, gava mezin dibin, dibin tirk. Tirkbûn, di temenê wan de kamilbûn e, serkeftin e, xurtbûn e.
Tirkmancbûn metamorfozek e. Ji bo tirkmancan tirkbûn mezinbûn û mezinahî ye lê kurdbûn biçûkbûn û biçûkanî ye; ji bo wan kurdbûn bi xwe de rîtin e, gixikkirin e, çarpîk e, lê tirkbûn pêşketin e, baqilbûn e, kar e, kariyer e. Tirkmanc dixwazin mezin bibin û bigihêjin rutbeya tirkbûnê.
Ji bo tirkmancan kurdbûn ne hebûn e, “henek”ek e. Çawa mirov carna ji acizî ji xwe re henekekê dike û sebra xwe pê tîne, kurdbûn jî wiha, henekek e. Nostaljiyek e kurdbûn ji bo tirkmancan, ne realîte ye ew, çûye, miriye; ax, kurdbûn ax! Kurdbûn ji bo tirkmancan ne temenek e, kêlîkek e, zû diqede û diçe. Tirkmanc bi çavên qerf û karîkaturan li kurdbûnê dinêrin. Ew ji bo wan ne hebûn û esl e, egzotîzm e, kêlîkeke palyatîf e, rewrewkek e, leylanek e: Erê yaw, berê em çi xweş kurd bûn!..
*
Tirkmancbûn tebabûn e. Tirkmanc dişibin bûnewerên mîtolojiya grekan “satîr” û “sentor”an. Satîr bûnewerine nîv-mirov û nîv-nêrî ne, û santor jî bûnewerine nîv-mirov û nîv-hesp in.
Tirkmancbûn tebabûn e. Tirkmanc dişibin bûnewerên mîtolojiya grekan “satîr” û “sentor”an. Satîr bûnewerine nîv-mirov û nîv-nêrî ne, û santor jî bûnewerine nîv-mirov û nîv-hesp in. Satîr tim li çol û çolteran digerin, şerabê vedixwin, dîlan dikin û li dû “nemf”an digerin ku wan bigirin û bi wan şa bibin. Nemf, keçikên xwezayê yên pir ciwan û pir bedew in.
Sentor ji satîran erjengtir û tirsnaktir in. Vana jî wek satîran heyranên nemfan in lê belê taybetmendiya sentoran a herî sereke ew e vana xerabiyê jî dikin. Her wiha sentor ji ber ku nîvhesp in ji satîrên nîvnêrî pir xurttir in, lê hêza sentoran di rêya xerabiyê de ye, ne ji bo qenciyê ye.
Tirkmanc jî wek van satîr û sentoran in, nîv in, xerab in, xerabe ne: Hinek jê wek satîran sirf li kêf û zewqa xwe dinêrin; û hinek jê jî wek sentoran xerabiyê bi kurdan dikin. Çawa satîr ji bilî şahî û pevşahiya xwe xema wan ne tiştekî din be, tirkmanc jî êş û janên kurdan ne xema wan e, derdê wan kêf û zewqa wan e. Tirkmancên sentor di pêşeroja kurdan de çi tiştekî baş hebe wêran dikin.
Kesayeta tirkmanc a şikestî û xerabe civakê dişikîne û xera dike. Gelek tirkmanc di civaka kurdan de rêveber in. Di dewletê de xwedî erk û meqam in. Ji bo hebûn û pêşeroja kurdan gerek rêveberî ji destê tirkmancan derkeve û têkeve destê kurdan.
Kesayeta tirkmanc a şikestî û xerabe civakê dişikîne û xera dike. Gelek tirkmanc di civaka kurdan de rêveber in. Di dewletê de xwedî erk û meqam in. Ji bo hebûn û pêşeroja kurdan gerek rêveberî ji destê tirkmancan derkeve û têkeve destê kurdan.
*
Kesayeta tirkmanc kesayeteke gemarî û çêkirî û sexte ye. Vana eslê xwe winda kiriye. Mirovên bêesl xetere ne, li serê civakê derd û bela ne. Lê hema dîsa jî ne rast e mirov tirkmancan bavêje û wan bike dijminê xwe. Gerek têkilî û diyalog bi wan re hebe. Bidestxistin û rastkirina wan girîng e, hewce ye. Divê mirov bi çand û huner û perwerdehiyê dîsa tirkmancan vegerîne ser eslê wan. Mirov çiqasî bi wan re alîkar be encam wê baştir be. Bi çand û perwerdekirinê tirkmanc wê cardin bibin kurmanc.
Di vir de pirsa girîng ev e: Tirkmancbûn çawa şîn tê? Ev kesayet ji çi û çawa çêdibe?
Helbet di vir de dewlet û perwerdehiya wê roleke pir mezin pêk tîne, dewlet kurmancan dike tirkmanc, saziyên dewletê ji bo kesayetên xerabe çêbibin bênavber dixebitin, lê di vir de civaka kurdan bi xwe jî vê kesayetê çêdike, rê jê re vedike. Heke civaka kurdan qedr û qîmet nede tirkmancan vana çênabin, şîn nabin. Tirkmanc divê bên şermezarkirin, divê peywirên girîng nekeve destê wan, lê civak wan datîne ser serê xwe, wan dike taca serê xwe. Heke civaka kurdan ji tirkmancan hez neke, heke wan rexne bike, tirkmanc çênabin. Lê giş ne sûcê civakê ye. Di vir de têgeha siyasetê jî sûcdar e. Qada siyasetê bûye bihuşta tirkmancan. Tirkmanc herî pir li vê qadê şîn tên. Heke siyaset erda wê baş bê paqijkirin, baş bê eşêfkirin û dermankirin, kesayeta tirkmanc şîn nabe, çênabe.
Rênas Jiyan helbestvan, nivîskar û weşangerekî kurd e. Ji nav gelek berhemên wî herî zêde pirtûka bi navê Janya a di 1999’an de hat weşandin deng veda. Rênas Jiyan tevî xebatên xwe yên nivîs û weşangeriyê, ji rojnameya Xwebûnê re jî dinivîse.
————————
Fotoyê sereke: Peykereke yûnana kevn a mijara wê Sentor e ku bûnewereke mîtolojiyê ye /Greekmytology.com