Kêmar nakokiyên li başûr xetere dibînin

 

 

 

Nûnerên kêmarên di Parlamentoya Kurdistana Iraqê de didin zanîn ku nakokiyên di navbera partiyên başûr de herêma Kurdistanê dixe nava xetereyê.

Endamê şeş partiyên kêmar bi daxuyaniyekê dan xuyakirin ku beriya bidawîbûna serokatiya Mesût Barzanî divê hemû partî li ser peymanekê li hev bikin.

Partiyên kêmar bi daxuyaniya Duşemê diyar kirin ku di dema gihîştina lihevkirina di vê mijarê de divê bi wan re jî bê şêwirandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku “Eger pênc partiyên mezin bi partiyên din re kordîneyekê pêk neynin, em ê ti biryarên li ser mijarên neteweyî qebûl nekin.”

Dema serokatiya Barzanî di 19’yê Tebaxê de bi dawî dibe. Duyemîn serokatiya Barzanî bi awayekÎ fermî di 2013’an de bi dawî bûbû lê ji ber bêaramiya li herêmê heta 2015’an hatibû dirêjkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi sebeba rewşa bêîstiqrar a li herêmê daxwaz dike ku serokatiya Barzanî du salên din jî bê dirêjkirin.

Barzaniyê 68 salî, heta 19 Tebaxa 2015’an wê 10 salên xwe yên li îktîdarê bi dawî bike.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …