ICG: Aştî bi muzakere û mafên kurdan pêk tê

Koma Krîzê ya Navneteweyî (ICG) di analîzeke xwe ya dawî de diyar kir ku di pêvajoya pevçûnên dawî yên li Tirkiyeyê de wê hem dewletê û hem jî PKK winda bike.

Di analîza ji aliyê lêkolînerê Tirkiye û Kibrisê Nigar Gokçe hatiye nivîsandin de pêvajoya şer a di salên 1980’yan, salên di nîvê 1990’an û 2011-2013 hatin bibîranîn û wiha hat gotin: “Hat dîtin ku aliyekî nikare aliyê din ê têk bibe. Digel ku her hewldana aştiyê hin tabûyan şikandi be jî, her neserfirazî bêbaweriyê kûr kir.”

ICG di analîza xwe de got ku PKK efûyeke giştî, damezrandina komîsyona heqîqetê, mekanîzmayeke edaletê ku armanca wê vekolîna binpêkirina mafên mirov a ji aliyê dewletê û rêxistinê ve ye û muzakereyeke ku hem ji hundirê welat ve û hem jî ji derveyê welat ve bikaribe bê şopandin daxwaz dike.

Analîza ICG’ê diyarkir ku aştî dikare bi du hewldanan bê pekanîn ku yek ji van hevdîtinên bi PKK’ê re ye û a din çareserkirina mijara mafên kurdan e.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …