Îsraîlê Agirbesta Xezayê xera kir

Artêşa Îsraîlê li gelek deverên Xeta Xezayê êrîşên hewayî pêk anîn.

Zêdetirî 400 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê li gelek deverên Xezayê êrîşên hewayî pêk anîn.

Zêdetirî 20  balafirên şer li bajarên Xeza, Refah û Xan Yûnisê li hedefan xistin.

Wezarete Tendurustiyê ya Xezayê ragihand, piraniya wan jin û zarok, zêdetirî 400 kes hatine kuştin û zêdetirî 440 jî birîndar hene.

Di nava kesên hatin kuştin de serokwezîrê hikumeta Hamasê ji çend kesên din ên payebilind jî hene.

Hikûmeta Îsraîlê destnîşan kir ku serokwezîr Benyamîn Netanyahû û Wezîrê Parastinê Îsrael Katz bi hev re biryara êrîşan dane.

Îsraîl rehîneyên di destê Hamasê de dike hincet.

Îsrail dibêje, ji ber sedema ku Hamas daxwazên serbestberdanê û pêşniyarên Amerîkayê red dike, wan fermana êrîşan dane.

Di daxuyaniya hikûmetê de hat gotin, ku Îsraîl ji niha û pê de, li dijî Hamasê wê hêza leşkerî zêdetir bike.

Îsraîlê beriya êrîşan Qesra Spî ya Amerîkayê jî agahdar kir.

Çapemeniya Amerîkayê dibêje serok Donald Trump destûr daye ku Îsraîl êrîşan pêk bîne.

Infowelat

——————————————-

Foto: Bombebarana Xezayê ya ya 18yê adarê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …