”Bêdengiya Ewropayê li ser tahdeyên dijî kurdan şerm e!”

 

 

 

Di gotûbêja îro ya serokên partiyan de, ya ku her salê 2 caran pêk tê, serokê Partiya Çep, Vänsterpartiet, Jonas Sjöstedt bal kişand ser êrîşên leşkerî yên hikûmeta Tirkiyeyê li deverên kurdî.

Sjöstedt got ku Yekîtiya Ewropayê pereyan dide Tirkiyeyê ji bo ku bibe nobedarê sînorên yekîtiyê. Li gorî Sjöstedt, ev yek dikare weke serkeftineke mezin ji bo Tirkiyeyê û rêjîma wê ya her ku diçe, bêhtir dibe dîktator, were dîtin. Ew ne tenê pereyan qezenc dike, lê belê bêdengiya Yekîtiya Ewropayê jî qezenc dike, li ser şideta ku rêjîma Tirkiyeyê li dijî kurdan bi kar tîne, li gor Sjöstedt.

Sjöstedt herweha got ku ji dêvla ku Tirkiye berê xwe bide Dewleta Îslamî, Daişê, ew şerê kurdan dike, ji ber ku mafên xwe dixwazin, kurdên ku li dijî Daişê şer dikin.

Ji bo guhdarîkirina nûçeyê bitikînin.

Jêder: Sverige Radio

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li cîhanê 123 milyon penaber û koçber hene

20ê hezîranê Roja Penaberan A Cîhanê ye. Bi milyonan kes ji ber sedemên wekî şer, …