Dîrok ne paşeroj e

Dîrok ne paşeroj e gotinên heval Borja Romero ye ku di pêşkêşkirina rûniştina li ser projeya destûra bingehîn a Andalusiayê ya Tebaxa 1883’an de hatiye kirin. Ev bername, di çarçoveya çalakiyên bîranîna Blas Infante yên li Sevîllayê hat lidarxistin. Romero di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Dîrok di nava pêvajoya şoreşgerî ya îro de ye, ji ber vê, dîrok îro ye.

Kontekst û naverok

Projeya destûra bingehîn a navbori hemû daxwazên antîkapîtalîst ên wekî azadî û demokrasiya ku piştî hilweşîna rejîma feodal a li Nîvgirava Îberê hatibû astengkirin, di hundirê xwe de dihewand. Xebatkerên rojane yên Andalûsiyayê, karkerên katalan û bûrjûwaziya biçûk a sanayiyê ya perava Derya Spî. Bi gotineke din ev, daxwazên Baskê Sêyemîn a erdên ku şoreşa kanton pêk anî ku piştî serfiraziya teqez a şoreşa bûrjûwa ya li dûv restorasyona borbonî hat, hatine astengkirin in.

Taybetiyên sereke yên projeya me ya destûra bingehîn a federal ji sê destûrê bingehîn pêk dihat. Ev jî dêstûrên bingehîn a şaredariyê, a kantonê û a dewletê (a dewleta andalûs) bûn. Destûra bingehîn a bajar a bingehîn bû û li pêşiya hemûyan bû ku tê de bajarên andalûs xwedî xweseriya rastîn bû.

Di xala 1’emîn a destûra bingehîn a şaredariyê ya andalûs a 1883’an de dihat gotin ku Serdestiya yekemîn bajar eEv, îro ji aliyê dilxwaziya hemû welatiyan tê bikaranin. Û ji bilî vê, xala 36’emîn digot ku Hêza qanûnçêkirinê  di destê Meclîsa Komunal a Welatiyan de ye.  

Arbonaira

Xweseriya şaredariyê a ku ji aliyê Destûra Bingehîn a spanyol a 1978’an hatiye naskirin, di rastiya xwe de desentralîzasyona hêza rêvebirinê ango desentralîzasyona rêvebirina hikumetê Spanyayê li her koşeya erda wê ye. Lê di vir de, ne kapasîte û tesîra li ser hêza qanûnçêkirinê ne jî kontrola welatiyan a darazê heye.

Berevajiya vê, di 1883’an de xweseriya rastîn a şaredariyê ku her şaredarî ji aliyê daxwaza hemû welatiyan dihat damezrandin, hebû. Di vir de, amûrên ku welatî bikaribin serdestiya xwe bimeşînin ên wekî Meclîsa Komunal ku organa qanûnçêkirinê ya şaredariyê bû, hatibûn diyarkirin.

Temsîl û berpirsî

Elîtên di kapîtalîzmê de pêdiviyê bi merkezîkirina hêza xwe dibînin û rêvebiriya xwe li ser piraniyê dimeşînin. Berevajiya vê, projeya me ya dewleta dîrokî vê rêvebiriyê red dike. Hêza qanûnçêkirinê bi saya amûra serdestiya polîtîk ku ev jî Meclîsa Komunal e, di destê welatiyan de ye. Hêzên mayî ango peywirên temsîlkirinê an daraz bi riya qanûnçêkirinê ji aliyê welatiyan ve tê kontrolkirin.

Aborî

Yek ji taybetiyên sereke ya qanûngeriya niha têkiliya di navbera mafên civakî û mafên milkiyetê û azadiya miteşebisiyê de ye. Ev, bi awayekî mutlaq hatine naskirin û di destûra bingehîn a me ya heyî de wekî rêgezên rêber ên jiyana me ya civakî û polîtîk (sernivîsa III’yemîn a Destûra Bingehîn a 1978) hatine binavkirin. Lê piştî reforma dawî ya destûra bingehîn, bikaranîna van mafan (îstîhdam, xanî, meaşê malnişînî, perwerde, tenduristî…) bi şertê ku dayina deynê ku ji aliyê hêza fînansê hatiye afirandin nexe xetereyê ve hatiye girêdan.

Li hember vê tiştê ecêb, projeya destûra bingehîn a andalûs a 1883’an diyar kiribû ku mafê milkiyeta şexsî ji aliyê bikaranîna mafên civakî (fikraya q a xala 9’emîn a destûra bingehîn a şaredariyê) hatiye bisînorkirin.

Nîqaşa raya giştî

Azadiya îfadeyê, ji aliyê destûra bingehîn a spanyol a heyî ve tê naskirin. Ev maf, bi saya têkbirina rejîma feodal a ji aliyê bûrjûwaziyê hatiye bidesxistin. Bi saya wê, azadiya me ya îfadeyê  ya ji aliyê amûrên me tê meşandin heye. Em dikarin bi pankartekê û kesên din dikarin bi amûrên ragihandinê yên girseyî di nîqaşa raya giştî de ciyê xwe bigirin.

Berevajiya vê, destûra bingehîn a andalûs a 1883’an, di nîqaşa raya giştî de, ji bo hemû welatiyan mafê bihîstina dengên wan, mafê xwedîtiya dayina dengekê garantî dike. Destûra bingehîn a wê demê, konsepta Yewnanîstana klasîk ji nû ve pêk tîne û di nîqaşa raya giştî de ji bo hemû welatiyan gotina wekhev garantî dike (fikraya b ya xala 9’emîn a destûra bingehîn a şaredariyê).

blas_infante

Blas Înfante û şerê niha

Bi vê teksta ku ji aliyê Blas Înfante hatiye nivîsandin, îdeala andalûs bi awayekî rêk û pêk hatiye şematîzekirin. Ji aliyê naverokê ve, wî projeyên dişibin vê projoyê yên gelên Îberyayê ku pir zêde di bin tesîra ruhê alman a ewropayê de mane, rexne kiriye. Ev ruh dijberê Andalûsyaya Derya spî ye ku vekiriye, heterojen û desentralîze ye. Wî di heman demê de awayê amadekirinê ji rexne kiriye ku bêyî beşdariya welatiyan, rêxistinên civakî, polîtîk û pîşeyî û hwd. pêk were, hatine amadekirin.

Îro ji me re dibêjin ku alternatîfa kapîtalîzmê tune ye. Digel ku îro rêxistinên polîtîk ên bêtir çep hene jî, eleqederiya wan di warê bûyina parçeyeke organên serdestiya sermayeyê yên wekî parlamento û hikumetan e.

Lê di dîrokê de alternatîfeke me heye û em dikarin wê di pêvajoya dîrokî ya heyî de bi kar bînin. Ev jî di polîtîka û aboriyê de û ji bo nîqaşa raya giştî, bêyî dayina hêzê ji bo derdorekê, bi tenê bi riya parvekirina wê, ji jêr ber bi jor ve ji her şaredariyê, ji her navçeyê heta bigihîje hemû Andalûsiyayê, damezrandina amûrên me yên serdestiyê ne. Û bi vî awayî, bi welatiyên azad, di şaredariyên azad de em ê di dawiyê de daxwazên xwe yên maksîmûm bînin ziman ku ev jî Andalûsiyaya Azad ku dixwaze bibe parçeyeke mirovahiya azad a di cîhaneke azad de.

Diego Hîdalgo Morgado (Hiqûqnas)

Mîguel Cano Cruz (Sekreterê Giştî ya Sendîkaya Yekgirtî ya Andalûsiyayê)

————–

Ev nivîs di 27’ê Cotmehê di malpera www.rebelion.com’de hatiye weşandin. Nivîs ji spanyolî hatiye wergerandin û ji bo kurdî hatiye kurtkirin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Parlamentoya Korsîkayê statuya otonomîyê qebûl kir

Parlamentoya Korsîkayê di rûniştina xwe ya duh de reforma otonomîyê qebûl kir. Bi vê pêşnûmeyê, …