Ji dewletê nexwazin, hûn bikin!

Ronî RIHA

Şaredarî divê ji dewletê nexwaz e lê bi înîsatîfa xwe gavan bavêje. Hewceye şaredariyên Kurdistanê zimanê xwe yê xebat û kolanan bikin kurdî. Ev gav pir giring in. Ku ziman li van waran nejî wê bimire.

31ê adarê de hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê hilbijartinên herêmî wê pêk werin. Bi vê hilbijartinê re siyaseta kurd dixwaze dîsa rabe ser xwe û şaredariyên kurd ên dewletê dest danibû ser, bi dest bixin. Me jî di derbarê hilbijartinê, modela şaredartiya siyaseta kurd û naveroka xebata pêwîst a divê ji aliyê şaredarên kurd ve bê kirin, bi siyasetmedarê xwedî tercûbe, şaredarê Sûrê yê berê Abdullah Demirbaş re peyivîn.

Birêz Demirbaş, Partiya DEMê ji bo xwesteka gel derkeve pêş li Kurdistanê pêşhilbijartin li dar xist. Hûn pêşhilbijartinan çawa dinirxînin? Li aliyekî din, li çend deveran kesên bi hejmareka zêde hatibûn hilbijartin ji hêla rêvebiriya DEMê ve wek namzet nehatin diyar kirin. Hûn li ser vê dikarin ji me re çi bêjin?

DEM Partiyê bi taybetî di hilbijartinên serokomeriyê de gelek hat rexne kirin. Gelê kurd di xeta kurd û Kurdistanî de jî kêmasî dîtin û lewma siyaseta kurd bi awayekî eşkere rexne kir. Piştî van rexneyan, DEM ket liv û tevgerê û gavên ji bo siyaseteka nûh avêtin. Li ser van esasan, biryarek dîrokî girt û çû pêşhilbijartinê. Ev pratîka siyasî ne hew li Kurdistanê û Tirkiyeyê, di Rojhilata Navîn de tiştekî yekemîne ku rasterast pêk tê.

Di meseleya demokrasiyê û hilbijartinê de partî çiqas pergalekê ava bike jî kêmasî bi dawî nabin. Gelek kes li gorî nirxên malbatî, eşîrtî û ew pergala dagirkeran ava kiriye tevdigerin û nahêlin sedî sed îradeyeka serbixwe derkeve pêş. Lê dîsa jî li piraniya herêman îradeya gel hat qebûl kirin. Bi ya min, biryara pêşhilbijartinê tiştekî dîrokî ye. Ez bawer dikim partiya me wê nehêle di paşerojê de heman tişt dûbare bibin. Hewceye komîsyonên partiyê dosyeyên kesên ne erbabê şaredariyê bin qebûl nekin.

Di vê hilbijartinê de tiştekî din bala min kîşand û ez aciz kirim ev bû: Li hinek deveran hinek kesan ji bo bibin şaredarê “fermî” hewl dan. Her çiqas em du hevserok diyar dikin, di fermiyetê de ev tişt bi awayekî din pêk tê. Yanî yek ji hevşaredaran endamê meclîsê ye. Di vê hilbijartinê de ev tişt li yek ciyan bû nîqaş û derket pêş. Ez vê nîqaşê rast nabînim. Di pergala me de ji xwe me nav lêkiriye, navê wê hevserokatî ye. Wexta yek rabe û bibêje ‘çima ew bû serok û ez bûm endamê/a meclîsê’ wateya vê pergalê namîne. Wê demê tê wateya ku em fermiyeta dewletê esas digirin. Qaşo em dibêjin, em pergala dewletê qebûl nakin û nirxên xwe didin pêş. Nirx û modela me jî hevserokatiye. Hewceye em nirxên xwe ji zagonên di ser yên dewletê qebûl bikin û wan esas bigirin.

Wek we jî got, DEM Partiyê di vê hilbijartinê de hem hîn xurt li gel vegeriya û hem jî gotina Kurdistanî derxist pêş. Lê dîsa jî, bi taybet li bajar û navçeyên Kurdistanê çend namzet ne tê de, piraniya namzet û rêvebirên partiyê kampanyaya hilbijartinê bi tirkî dimeşînin. Di vir de nakokiyek tune ye?

Şaredar zimanê wî/wê yê zikmakî çi be pêwîste bi wî zimanî xîtabî gelê xwe bike. Li Kurdistanê parastina zimanê kurdî û bi axaftina zimanê kurdî di ser her tiştî re ye.

Li ser axa Kurdistanê kîjan ziman tên axaftin hewceye şaredar û şaredarî wan zimanan esas bigrin. Eger li deverê bi suryanî tê axaftin, hewceye şaredarî suryanî biaxive. Bê guman, em nikarin wek nijadperestên Tirk tevdigerin û bibêjin “Yek ziman, yek nasname, yek ol”. Li ser axa Kurdistanê kîjan ol, nasname, ziman hebe, lazime em wê wek dewlemendî bibînin. Kurt û kurmancî, şaredar zimanê wî/wê yê zikmakî çibe pêwîste bi wî zimanî xîtabî gelê xwe bike. Li Kurdistanê parastina zimanê kurdî û  axaftina zimanê kurdî di ser her tiştî re ye. Têkoşîna me ya sereke ziman e. Tenê axaftin jî nabe. Divê şaredarî bibin pêşengên çareserkirina pirsa kurd. Di vir de hewce ye şaredarî ji dewletê nexwaz e lê bi însatîfa xwe gavan bavêje. Hewceye şaredariyên Kurdistanê zimanê xwe yê xebatê, yê kolanan, yê qadan bikin kurdî. Ev gav pir giring in. Ku ziman li van waran nejî, wê bimire. Eger em ê li çand, nasname û zimanê xwe xwedî dernekevin wê demê ji bo çi ewqas lêdan, zilm û zindan û mirin pêk hatin!

Ji sala 1999an û vir ve gelek şaredarî ji aliyê partiyên kurd ve hatin birêvebirin. Li gorî te xebata şaredariyan serkeftî ye an na?

Kemasîyekeka me ya din jî ev bû: Di warê kadro avakirinê de em bi ser neketin. Me giringî neda pêşxistina akademîya rêvebîrîyên heremî.

Berî vê, ez dixwazim ji bo DEM Partiyê hin tiştan bêjim. Xuya ye DEM Partiyê rexneyên gel vê fam kirîye û gav bi gav têkilîya xwe bi gel re xurt dike. Yanî siyasete elîtist piçekî derbas kir û li her bajar û navçeyî daket nava gel. Qasî ku ez dibînim partî di xeta kurd û kurdîstanî de dimeşe. Ev jî min gelek kêfxweş dike. Partî siyaseta xwe li ser rêvebîrîyên heremî, statuya kurd û Kurdîstanê dike.

Li gel şaşî û kêmasiyan, şaredarîyên kurd heta niha li Tirkîyê da gelek tiştên balkêş kirin. Yekemîn, şaredariyên kurd di zelalî û hesabdayîna gel de bi piranî serkeftîne. Niha şaredarîyên me di mesela gendelîyê de nikarin bên darizandin. Ji ber ku gel hesab dipirse û ew jî hesab didin gel. Dibe ku di alîyê hesab dayîn û hesab pirsînê de kêmanî hebin.

A duyemîn, herî bêtir bi rêyên meclîsên gel fikir û ramanên gele me hatine girtin. Di biryaran de tevlîbûna gel pêk hatîye. A sêyemîn, ez bawerim gele kurd û cara yekem di şaredarîyan de bi zimanê xwe hizmete girtin. Herwiha, şaredarîyên me di warê

rêzgirtina ol û neteweyên din de gavên baş avêtin. Di meseleyên civakî de pêşketin pêk hatin. Minak, jin di vê pergalê de gelek pêşketin. Hem tişt ji bo ciwanan jî dikare bê gotin. Her çiqas kêmasî çêbibin jî şaredarîyên me di warê îmarê de gelek pêşketî bûn.  Şaredarîyên me di warê çand û hunerê de mîhrîcan li dar xistin. Di van mihrîcanan de atolyeyên zimanê kurdî hatin vekirin.

Elbet kêmasiyên me jî hebûn. Yekemîn, pergalek baş nehat avakirin. Duyemîn, me digot em karê xwe bê deyn bikin. Lê hewce bû ji bo xizmetê me deynan jî bikira. Dema ku me şaredarî bi dest xist, me nikaribû meaşên xebatkaran bidana. Şaredararî di bînê deynan de mabûn. Lê me hemû deynan da û vê meseleyê çareser kir. Gelek şaredarîyên me ji aliyê aboriyê ve pêş ketin û di kaseya wan de pere berhev bûn. Ji ber ku gel li şaredarîyên xwe xwedî derdiketin û bacên xwe bi rêk û pêk didan. Ev rewş jî nişan dide, me gendelîyê li şaredarîya qedand û dahata şaredarîyê zêde bû.

Kemasîyekeka me ya din jî ev bû: Di warê kadro avakirinê de em bi ser neketin. Me giringî neda pêşxistina akademîya rêvebîrîyên heremî.

Şaredarên piştî hilbijartinê 31 adarê li Kurdistanê werin ser kar hewceye giraniya xwe bidin ser çi? Çi karê lezgîn li pêşiya wan e ku dibê bê kirin?

Wekî şaredariyên kurd em nikarin giraniya xwe hew bidin ser park, rê, av û binesaziyê. Ev tişt ji xwe karê me ye. Êş û derdê me hene. Ev jî nasname, ziman û rûmeta me ye.

Divê ji bo çareserkirina pirsa kurd di liv û tevgerê de bin. Ji ber ku ev bingeha hemû karê me ye. Ji bo parastina nasnameya kurd û Kurdistanê û nasnameyên din ên li welat divê gavan bavêjin. Divê ji mentalîteya pergala dewletê xwe dûr bikin. Wekî mînak, li gorî pergala dewletê şaredarî nikarin dibistanan vekin lê dema me da me dibistanan ava kir. Hewceye şaredariyên me di vê meseleyê de de bi israr bin. Herî zêde dewlet wê dibistanan bigire an dîsa qeyûman bişîne. Wekî şaredariyên kurd em nikarin giraniya xwe hew bidin ser park, rê, av û binesaziyê. Ev tişt ji xwe karê me ne. Êş û derdê me hene. Ev jî nasname, ziman û rûmeta me ye. Wekî karê lezgîn, navên gundan û kolanan  dikarin bên kurdî kirin.

————————————–

Foto: Abdullah Demirbaş/Ahvalnews

 

 

 

Derbarê Ronî Riha

Ronî Riha rojnamevan û nivîskarekî ji Bakurê Kurdistanê ye. Riha demeke dirêj li Swîsreyî nûçegîhaniya Stêrk TV kir. Nivîsên rojnamevan di çapemeniya Swîsrî de jî tên weşandin. Riha di heman demê de xwediyê du pirtûkên bi navê Loristan û Savaş Duvaklari ye.

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …