Cambridge ensiklopediya kurdan weşand

 

Zanîngeha Cambridgeê ensîklopediyeke li ser kurdan weşand. Ensîklopediya ku edîtoriya wê ji aliyê Anita Burdett hatiye kirin, ji 13 cîltan pêk tê û ji Çileya 2016’an pê ve dikare bê peydekirin.

Ensîklopediya bi navê “Agahiyên li ser kurdan: Ax Serhildan û Neteweperestî, 1831-1979  ji neh hezar rûpelan pêk tê. Di nava van neh hezar rûpelan de serhildanên ewilî yên kurdan ên li dijî dewletên herêmî û emperyalîst, têkiliyên kurdan bi komên etnîk ên cîran re, pêkhatina neteweperestiyê û serhildanên di sedsala 19’emîn de û yên piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi berfirehî cî digire.

Ji bilî agahiyan nexşe jî di ensîklopediyê de cî digirin. Agahiyên di ensîklopediyê de li gorî naverok û kronolojiyê hatine rêzkirin. Bi mebesta amadekirina ensîklopediyê, ji arşîvên berfireh ên hikumeta brîtanî sûd hatiye wergirtin. Her 13 cîltên ensîklopediyê bi formata e-pirtûkê jî dikare bê peydekirin.

Înfowelat

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya welatîbûna penaberan hêsan kir

Fatoş DEMIRTAŞ Reforma li ser prosedurên welatîbûnê ya Almanyayê di 27ê hezîranê de ket kerîyetê. …