Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê YE’yê hat serdana şaredariyê

 

Serokê Delegasyona Tirkiyeyê a Yekitiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber, ji bo sehkirina rewşa herêmê hate Amedê û serdana Hevşaredarên Bajarê Mezin Firat Anli û Gultan Kişanak kir.

Serokê Delegasyona Tirkiyeyê yê Yekitiya Ewropayê (YE) Hansjorg Haber, ji bo sehkirina rewşa herêmê, qedexeya ser derketina kuçeyan û pevçûnan hate Amedê û bi Hevşaredarên Bajarê Mezin Firat Anli û Gultan Kişanak re hate cem hev.

Haber da zanîn ku ew bi sifeta Serokê Delegasyona Tirkiyeyê ya YEyê cara yekê ye serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dike û piştî ku demekê bi hevşaredaran re şêwirî ji şaredariyê veqetiya.

Jêder: Diyarbakir.bel.tr

infowelat.com

Li vê jî binêre

Şerê gerîla 41 sal berê dest pê kir

Pengava 15ê Tebaxa 1984an 41 sal dûv xwe hişt. Gerîlayên kurd di vê rojê de …