Tacîkîstan ji xweseriya Gorno-Badakşanê aciz e

Di demên dawî de medyaya dewletê ya Tacîkîstanê êdî di weşanên xwe de herêma Gorno-Badakşan wekî “xweser” bi nav nake. Ev yek dibe sebeba fikaran di navbera welatiyên li vê herêmê dijîn.

Gorno-Badakşan herêmeke rojhilatê Tacîkîstanê ye ku bi giranî ji qadên çiyayî yên Pamîrê pêk tê. Nifûsa wê qasî 200,000’ye û piraniya nifûsê ji îsmaîliyan pêk tên.

Di salên dawiyê de aciziya rêvebiriya navendî ya Tacîkîstanê gav bi gav li dijî nasnameya çandî û siyasî ya herêmê zêde bû. Di demên dawiyê de Gorno-Badakşan di bernameya rewşa hewayê ya televîzyona dewletê de wekî herêmeke xweser nayê binavkirin.

Cîgirê serokê Komeleya Nivîskaran ê Tacîkîstanê Mahmadsaîd Pirzoda nameyekê ji berpirsê Komîteya Radyo û Televîzyonê yê Dewletê re şand û vê helwesta saziyê şermezar kir. Pirzoda got ku mafê vê saziyê tuneye ku xweseriya Gorno-Badakşanê veşêre û destnîşan kir ku ev helwest destûra bingehîn a Tacîkîstanê binpê dike.

Oblasta Xweser a Gorno-Badakşan cara pêşiyê di 1925’an de ji aliyê biryara Komîteya Rêvebiriyê ya Navendî ya Yekitiya Sovyetê hat damezrandin. Di dema hebûna Sovyetê de û piştî hilweşîna wê, herêm xweseriya xwe domand. Piştî hilweşînê, Tacîkîstana serxwebûna xwe bi dest xist jî xweseriya herêmê naskir.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …