Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, di hevdîtinên li Parlamentoya Ewropayê de bal kişand ser girtina şaredaran û binpêkirina mafên mirovan û nûnerên Yekitiya Ewropayê gazî Kurdistanê kirin. Li ser daxwaza hevşaredaran, sibê, Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ya YEyê tê Mêrdînê.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Hatîce Çoban, jib o girtin û jikardûrxistina şaredaran û bal kişandina ser binpêkirina mafên mirovan li Strasbourgê hevdîtin pêk anîn.
Xwest bêne serdana herêmê
Hevşaredar, bi Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ya YEyê Federica Mogherini û Komîserê Ji Komîsyona Pêşketinê Berpirsyar ê Ewropayê Johannes Hahn re hatin cem hev. Di hevdîtinê de Mogherini da zanîn ku ew ê 25ê kanûnê serdana Enqereyê bike, li ser vê yekê, hevşaradaran xwest ku Mogherini û Hahn serdana herêmê jî bikin da ku bibînin ka li vê derê çi diqewime.
Sibê li Mêrdînê têne cem hev
Li ser vê yekê Nûnera Bilind a Polîtîkayên Ewlehiyê û Têkiliyên Derve ya YEyê Federica Mogherini hate Enqereyê û banga “Bila li Tirkiyeyê demildest agirbest bête ragihandin û bi kurdan re hevdîtinên aştiyê bêne meşandin” kir, sibê, Mogherini tê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Tê çaverêkirin ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî beşdarî vê civînê bibe.
Jêder: Diyarbakir.bel.tr