Hem ji bo venasînê hem ji bo avakirina kapasîteyê bixebitin: Şîretên ji Welatê Galê

«Ji zimanê xwe û ji jiyana bi zimanê xwe kêfê werbigirin!»

📌 Xalên sereke

  • Qanûn bi tenê axêveran çênake. Statûya fermî têkiliya di navbera dewlet û bikarhênerên ziman de diguherîne, lê pêdiviya mirovan bi şiyan û derfetên bikaranîna ziman heye.
  • Ji sala 1993yan heta 2011an. Qanûna Zimanê Galî ya 1993yan soza muameleya wekhev dabû, lê pêkanîna wê lawaz bû. Qanûna/Tedbîra 2011an statûya fermî da zimanê Galî, ofîsa Komîser ava kir û standardên pêkanînê yên ferz/fermî anîn.
  • Hejmar hişyar dikin. Serjimêriya 2021ê 538,296 axêverên zimanê Galî (%17.8) tomar kirin ku ev rêjeya herî nizm a hatiye qeydkirin e. Armanca gihîştina milyonek axêverî heta sala 2050î hewceyî gavên wêrektir e.
  • Mamoste di rêza pêşîn de ne. Divê perwerdehiya xebatkaran beriya berfirehkirina perwerdehiya bi zimanê dayikê (îmersion) an jî ligel wê dest pê bike. Serkeftin ew e ku xwendekar piştî dibistanê jî ziman bi kar bînin; hejmara xwendekarên dibistanê bi tena serê xwe têrê nake.
  • Şîret ji bo çalakvanên kurd: Li pey naskirina qanûnî bin û di heman demê de kapasîteya pêkanîna qanûnê ava bikin. Modela Welatê Galê bi hêsanî nayê kopîkirin, lê ziman bi axêverên xwe dijî — loma ji zimanê xwe û ji jiyana bi zimanê xwe kêfê werbigirin!

Zimanekî ku berê hatibû paşguhkirin çawa dikare statuya xwe ya fermî ji nû ve ava bike, bi awayekî berfireh axêverên nû biafirîne û wan axêveran li derveyî dibistanê jî bikaribe bide axaftin? Welatê Galê bersivên balkêş ji bo vê pirsê dide. Di vê hevpeyvînê de, Dr. Eleri James ji Komîsyona Zimanê Galî li ser sê dehsalên hiqûqa ziman, armanca gihîştina yek milyon axêverên galî heta sala 2050an, hêz û sînorên standardên qanûnî û dersên dijwar ên plansaziya hêza kar a ji bo perwerdeya îmersîyonê diaxive. Ew dibêje ku naskirina qanûnî, perwerde, plansaziya civakî û cihên kar pergaleke yekgirtî ya bi hev ve girêdayî pêk tînin. Şîreta wê ya dawî ji bo çalakvanên zimanê kurdî hem pratîkî ye hem jî hêvîdar: hem li pey venasîna qanûnî bin hem jî kapasîteya pêkanîna wê ava bikin — û tu caran ji bîr nekin ku ji jiyana bi zimanê xwe kêfê werbigirin.

Ji Qanûna 1993an heta Qanûna 2011an — Destkeftiyên mayînde û sînor

Dema ku hûn 33 sal piştî Qanûna 1993an li paş xwe dinêrin, li gorî we alîyê wê yê herî giring çî ye û herwiha sînorên wê yên sereke çi bûn ku divîyabû Qanûna 2011an û pergala standardan ew çareser kiribana?

Qanûna Zimanê Galî ya 1993an xaleke werçerxê bû. Alîyê wê yê herî giring ew bû ku wê ew prensîb ava kir ku di birêvebirina karûbarên giştî û rêveberiya dadweriyê yên Welatê Galê de, divê zimanê galî û îngilîzî li ser bingeha wekheviyê bên bikaranîn. Wê Desteya Zimanê Galî ava kir û ji saziyên giştî xwest kuF planên zimanê galî amade bikin ku ev yek pêşkêşkirina xizmetên bi zimanê galî ji bi tenê niyeta baş ber bi rêveberiya giştî ya birêkûpêk ve bir.

Lêbelê, sînorên qanûnê jî zelal bûn. Planên ziman di navbera rêxistinan de ji hev cuda bûn, pabendbûn (teahud) gelek caran ne zelal bûn û bicihanîna wan lawaz bû. Prensîba muameleya wekhev bi wê yekê hatibû sînordarkirin ku di nav şert û mercan de çi «guncaw û bi awayekî maqûl pêkan» be. Qanûnê statuya fermî neda zimanê galî, standardên rasterast sepandinê ava nekir û saziyeke serbixwe ya çavdêriyê ya xwedî desthilatên tevahî yên vekolînê jî ava nekir.

Qanûna Zimanê Galî ya 2011an ev lawazî çareser kirin. Wê ragihand ku zimanê galî li Welatê Galê xwedî statuya fermî ye, ofîsa Komîsera Zimanê Galî ava kir û pergaleke standardên qanûnî ava kir ku dewsa planên ziman bigire. Ew standard erkên taybetî dixin ser milê rêxistinan û bi lêkolîn, gavên bicihanînê, îtîraz û Dadgeha Zimanê Galî tên piştgirîkirin. Ev guhertin ber bi mafan, berpirsyariyê û zelaliya rêziknameyan ve bû. Lêbelê, divê qanûnsazî li hember şêwazên guherîner ên pêşkêşkirina xizmetan berpirs bimîne; Komîser banga kontrola standardan kir da ku ew bi modelên xizmetê yên niha û yên siberojê re li hev bin.

Yek milyon axêver heta 2050an — Armanc çiqas realîst e?

Di Our time to act de we pêşbîniyên pênc salên pêşiya me diyar kirin, bi armanca yek milyon axêverên galî heta sala 2050an. Hûn kîjan qadên xebatê wekî yên herî lezgîn dibînin û li gorî hejmarên dawî yên axêveran ev armanc çiqas realîst e?

Armanca demdirêj a Hukumeta Galê ya yek milyon axêverên galî heta sala 2050an hem pêwîst e hem jî pêkan e — lê eger bi rêbazên heyî û bi leza niha berdewam bike, ev pêk nayê.

Serjimariya 2021an 538,296 axêverên galî yên sê salî û mezintir tomar kir (ku 17.8%ê wê nifûsê pêk tîne). Ev hejmar 23,720 axêver ji ya 2011an kêmtir bû û rêjeya herî nizm a ku heta niha hatiye tomarkirin bû. Her wiha nêzîkî 41,700î li paş texmîna 2021an a ber bi yek milyon axêveran de bû. Ew texmîna ji bo rêgeha ziman heta dawiya dewreya pêşiya Seneddê (Parlamentoya Welatê Galê) 680,000 axêveran texmîn dike. Ew valahî tê wê wateyê ku niha midaxaleyên wêrek û veguherîner pêwîst in.

Serjimar xebateke nirxandina xweser e ku di şert û mercên awarte yên şewba COVID-19ê de hatîye kirin û lêkolînên din ên li ser malbatan texmînên cuda derdixin holê. Digel vê jî, ew çavkanîya herî berfireh dimîne û peyama wê nayê paşguhkirin. Wêneya giştî, bi gotina herî nerm seknekê nîşan dide: hejmara axêveran di çel salan de bi awayekî rêjeyî sabît maye lê di di heman demê de nifûs zêde bûye û ev yek galî di rewşeke lawaztir de dihêle.

Postereke duzimanî ya ji bo promosyona zimanê galî/Ofîsa Komîsera Zimanê Galî

Sê derfetên lezgîn derdikevin pêş: afirandina axêverên xwebawer ên galî bi rêya pergala perwerdehîyê; xurtkirina bikaranîna galî di nav civakan de û avakirina cihên kar ên ku piştgirîyê didin bikaranîna galî. Perwerde bingehîn e, lê zêdekirina hejmara xwendekarên ku hinek fêrbûna zimanê galî werdigirin têrê nake. Divê kesên fêr dibin wekî axêverên xwebawer ji dibistanê derkevin ku bikaranîna galî bidomînin. Ev yek pêşkêşkirina zêdetir a bi zimanê galî û veberhênaneke biryardar di şîyanên zimanî yên mamosteyan, pisporên salên pêşîn û hêza kar a piştî 16 salî de dixwaze.

Eger bi tenê biryarên heyî yên derbarê perwerde, plansaziya hêza kar, xanî, aborî û binesaziya civakî de biguherîne armanca hatîye dîyarkirin realîst e. Ew nikare wekî hêviyeke ku li kêleka siyaseta hukumetê hatîye bicîkirin, bimîne.

Standard, bicihanîn û tiştên li derveyî sektora giştî 

Standard niha digihîjin hin xizmetên sektora taybet, mînak bank, telekomînîkasyon û enerjî. Hûn çi li ser hêza ferzkirina parastina ziman û bicîanîna wê fêr bûn û hûn ê çi şîretê li civakekê bikin ku hîn sazîyeke wê ya cîbicîanîna hiqûqa ziman tune ye?

Standardên zimanê galî ji bo gelek saziyên giştî û hin rêxistinên din ên ku di qanûnsaziyê de navên wan hatine nivîsandin derbas dibin. Bank, şîrketên telekomînîkasyonê, enerjiyê û piraniya karsazîyên sektora taybet bi gelemperî ne di bin erka cîbicîanînê ya Komîser de ne. Xebata bi karsazî û xêrxwaziyan re bi giştî li ser piştgirî, qanihkirin û pabendbûnên dilxwazî ava dibe.

Di nav pergala qanûnî de, erkên zelal, çavdêriya serbixwe û bicihanîna pêbawer dikarin bibin watedar.  Pabendbûn bi gelemperî li cihê ku berpirsyarî bi awayekî navendî tê kontrolkirin herî bilind e — mînak nasnameya korporatîf, malper û medyaya civakî. Lêbelê, pêşketin ne yekreng e. Xizmetên telefonê bi taybetî wekî dijwarîyek dimînin. Weşandina siyasetekê an wergerandina malperekê têrê nake; rêxistin hewceyî karmendên perwerdekirî, berpirsî navxwe ya zelal, plansazîya bi bandor a hêza kar û çavdêriya birêkûpêk a wê xizmetê ne ku bikarhêner bi rastî werdigirin.

Li cihê ku desthilatên qanûnî nayên sepandin, tîma Hybu ya Komîsyoner bi karsazî û xêrxwaziyan re dixebite da ku planên dilxwazî yên zimanê galî pêş bixin. Cynnig Cymraeg (Pêşkêşkirina Xizmetên Zimanê Galî) venasîna dide wan rêxistinên ku xizmetên zimanê galî bi serkeftî plan dikin û pêşkêş dikin. Heta dawîya heyama raporkirinê, 169 rêxistinan ew naskirin wergirtibûn.

Şîreta ji bo civakeke zimanî ya ku ne xwedîyê saziyeke cîbicîanîna hiqûqa ziman e: bi danîna erk an pabendbûnên zelal û pîvandî dest pê bikin; delîlên pêbawer ên derbarê daxwaza ziman û ezmûnên bikarhêneran de; saziyeke serbixwe ku bikaribe pêşketinê bişopîne û bi awayekî giştî rapor bide; piştgiriya pratîkî ji bo alîkariya rêxistinan di avakirina kapasîteyê de; rêyên rasterast ji bo ku kes fikarên xwe bînin ziman; û mekanîzmayên guncaw ji bo misogerkirina başbûnê. Nirxa herî mezin a saziyeke  sazîya cibicîanîna hiqûqa ziman di guhertina pergalan û misogerkirina wê yekê de ye ku mafên ziman girêdayî niyeta baş a karmendekî takekesî nebin. Qanihkirin, hevkarî û naskirina giştî di dema avakirina çarçoveya qanûnî de girîng dimînin.

«Statuya qanûnî bi tena serê xwe axêveran naafirîne û garantî nake ku zimanek wê bê bikaranîn.»

Statuya qanûnî, perwerde, civak û cihên kar — Nêzîkatiyeke yekgirtî

Statuya qanûnî ya fermî li gorî plansaziya zimanê civakî, cihên kar û perwerdehiyê çiqas giring e? Hûn di kîjan ji van qadan de serfirazîya herî mezin dibînin?

Veqetandina van qadan ne rast e: ew hemû parçeyên bingehîn ên xaçepirsê ne. Statuya qanûnî ya fermî pêwîst e, ji ber ku têkiliya di navbera dewlet, rêxistin û bikarhênerên ziman de diguherîne. Ew bi zelalî nîşan dide ku bikaranîna ziman ne qenciyek e ku bê dayîn an bê betalkirin. Li Welatê Galê, statuya fermî, standardên qanûnî û komîsera serbixwe bingeha mafan, berpirsyarîyê û pêşkêşkirina xizmetan ava dikin. Ew di heman demê de nîşaneke gelemperî ya bawerîya bi ziman û giringîya wê ya ji bo nifşên siberojê ye.

Statuya qanûnî bi tena serê xwe axêveran naafirîne û garantî nake ku zimanek bê bê bikaranîn. Zimanek dikare xwedî naskirineke sembolîk a bihêz be dema ku di nav malbat, tax û jiyana civakî ya rojane de lawazbûna wî berdewam bike. Qanûn dikarin şert û mercên ji bo bikaranîna ziman biafirînin, lê mirov hewceyî şîyan, bawerî, derfet û torên civakî ne da ku ziman bi awayekî xwezayî bi kar bînin.

Serfirazîya herî xurt ji nêzîkatiyeke yekgirtî tê. Perwerde xwediyê kapasîteya herî mezin e ji bo afirandina axêverên nû bi awayekî berfireh, lê bandora wê ya demdirêj girêdayî wê yekê ye ku li derveyî derîyên dibistanê çi diqewime. Îngilîzî ji bo gelek ciwanan her ku diçe dibe zimanê lîstik, şahî û jiyana dîjîtal û ev yek rîskekê çêdike ku pêşketina bi rêya perwerdehîyê hatîye bidestxistin di nav dibistanê de sînordar bimîne. Plansazîya zimanê civakî bi taybetî li cihê ku hîn hejmareke zêde ya axêveran heye û ku piştgirîyê dude veguhestina zimanî ya di navbera nifşan de, giring e. Cihên kar dikarin şiyana ziman bikin pratîka rojane, bawerîyê xurt bikin û nirxa pratîkî ya ziman nîşan bidin.

Statuya qanûnî mîmariyê dabîn dike. Perwerde axêveran diafirîne. Civak bikaranîna navbera nifşan û civakî didomîne. Cihên kar û xizmet armanca hevdem û nirxa aborî didin ziman. Siyaseta ziman wê demê bi ser dikeve ku ew hêman hevûdu xurt bikin.

Panelists speak during the launch of the five-year report./The Welsh Language Commissioner
Panelîst di dema ragihandina rapora ziman a ji bo pênc salan diaxivin. Foto: Eleri James.

Avakirina perwerdeya îmersîyonê ji bingeheke nizm — Dersên ji bo hêza kar

Manîfestoya we banga çarçoveyeke perwerdehîya zimanê galî ji bo xebatkar]n perwerdehîyê dike. Welatê Galê ji bo wan welatên ku hewl didin perwerdehîya zimanê dayikê an îmersîyonê ji asteke pir nizm ber bi pêş ve ava bikin çi dersan pêşkêş dike?

Divê daxwaza ji bo zêdekirina hejmara xwendekaran bi veberhênana ji bo hêza kar re di nava balansê de be. Dibistan nikarin perwerdehîya îmersîyonê berfireh bikin eger mamoste, alîkar, rêveber, pisporên salên pêşîn û karmendên pispor ên ku ji asta xwe ya ziman bawer bin, tune bin.

Qanûna Ziman û Perwerdehîyê ya 2025an çarçoveyeke plansazîya qanûnî ya hevgirtîtir pêşkêş dike: ew armancên Cymraeg 2050 dixe ser bingeheke qanûnî, çarçoveyeke neteweyî ji bo perwerdeya zimanê galî dabîn dike, plansaziya pêşkêşkirinê ya di asta dibistanê de dixwaze û rêzeberpirsyariyê ava dike. Lê qanûnsazî wê guhertina pêwîst pêk neyne heta ku xebatkarên vê qadê nebin xwedîyê kapasîteya pêkanînê. Divê çarçoveyeke perwerdehîya zimanê galî bibe beşeke mecbûrî ya perwerdekirin, destpêkirina kar û pêşketina pîşeyî ya berdewam a her mamosteyekî. Herwiha, bi mebesta ev armanc pêk werin, divê veberhênaneke mezintir ji bo salên pêşîn ên xebatkaran bên kirin.

Dersên pratîkî ji bo welatên ku ji asteke nizm dest pê dikin ev in :

  • Divê pêşxistina xebatkaran berîya berfirehkirina perwerdehîyê an bi kêmanî li kêleka wê dest pê bike.
  • Divê perwerdehîli gorî astan bê cudakirin — ji asta destpêkê heta zimanê pîşeyî yê pêşketî yê ku ji bo hînkirina dersan û birêvebirina polan pêwîst e — û bi dema fêrbûnê ya parastî û şêwirmendiyê (mentoring) re bê meşandin.
  • Piştgiriya îmersîyonê ji bo wan xwendekarên ku bêyîanîna ziman dikevin nava pergalê, ferz e. Îmersîyona birêkûpêk destûrê bide wan xwendekarên ku bêyî zanîna galî dest pê dikin û dersan bi zimanê galî digirin.
  • Divê pergal pêşketina berdewam ji salên pêşîn heta xwendina seretayî, navîn, pîşeyî û bilind biparêze. Qutbûnên di pêşkêşkirinê de dibin sedema windakirina şîyan û baweriyê.
  • Divê serkeftin tenê bi qeydkirina xwendekaranneyê pîvandin. Ezmûna rastîn ew e ka kesên xwendekar di dawîya perwerdehîyê de dikarin û dixwazin bi xwebawerîyê di kar, jiyana civakî û di malbatên xwe de ziman bi kar bînin.

Xebata bi civaka sivîl re û fêrbûna ji civakên din êm zimanî

Hûn çawa bi civaka sivîl, saziyên ziman û desthilatên herêmî re dixebitin û hevkariya navneteweyî ya bi civakên din ên zimanî yên hatine marjînalkirin re çiqas giring e?

Erkên Komîser lihevanîna hiqûqa ziman, promosyon, lêkolîn û xebata polîtîkayê ye.  Ji ber vê yekê hevkarî pêwîst e. Em bi desthilatên herêmî, lîjneyên tenduristîyê û parkên neteweyî re bi rêya standardên qanûnî ku di nava wan de standardên pêşxistinê jî hene, dixebitin. Em her wiha bi hukumeta galî, saziyên perwerdehîyê, xizmetên giştî, karsazî, xêrxwazî û rêxistinên civakî re jî dixebitin.

Civaka sivîl hem pisporîyê hem jî qadên zimanî pêşkêş dike. Rêxistinên wekî Mudiad Meithrin, mentrau iaith, Urdd, National Eisteddfod û National Centre for Learning Welsh di pêşkêşkirina salên pêşîn, plansazîya civakî, beşdarîya ciwanan, çalakîyên çandî û fêrbûna mezinan de xwedî rolên temamker in. Veberhênaneke mezintir û hevkariyeke xurtir pêwîst in da ku ev rêxistin bikaribin di asta pêwîst de bixebitin.

Hevkariya navneteweyî pir bi nirx e. Komîsera Zimanê Galî endamê damezrîner ê Komeleya Navneteweyî ya Komîserên Ziman (International Association of Language Commissioners) e. Civakên zimanî yên marjînalbûyî di warê pozîsyona destûrî, demografî û dîrokê de gelek ji hev cuda ne, ji ber vê yekê polîtîka nikarin bi hêsanî bên kopîkirin. Digel vê jî, em bi pirsên hevpar ên derbarê veguhestina ziman, perwerde, teknolojiya dîjîtal, xizmetên giştî, koçberî û têkiliya di navbera mafên takekesî û zindîtiya kolektîf a ziman de rû bi rû dimînin. Xebata bi komîser û saziyên zimanî yên ji bask, katalan, îrlandî, samî û çarçoveyên din re, rê dide me ku em delîlan bidin ber hev, ji modelên cuda yên rêziknameyê fêr bibin û ezmûna pratîkî parve bikin. Hevkarîbûna dualî (reciprocity) pêwîst e: Welatê Galê xwediyê ezmûna kêrhatî ye ku parve bike, lê gelek tişt hene ku ew jî fêr bibe.

«Ziman bi rêya axêverên xwe dijî.»

Grafîkeke ku encamên serjimarê û hedefa zêdekirina axêverên galî ya heta sala 2050î nîşan dide.

Şîreta ji bo çalakvanên zimanê kurdî: Venasîn û kapasîte bi hev re

Eger we karîba şîretekê dabûna çalakvanên zimanê kurdî yên ku venasîn û perwerdeya bi zimanê dayikê daxwaz dikin, ew ê ev şîret çi bûbana?

Şîreta min a sereke wê ev bûya: hevdem hem li pey venasîna qanûnî bin hem jî kapasîteya pratîkî ya ji bo cîbicîkirina qanûnê ava bikin.

Statuya qanûnî pir giring e. Ew dikare ji rûmeta we re hurmetê bike, mafên cîbicîkirinê biafirîne û berpirsîyan bixe ser milê hukumet û sazîyên giştî. Lê venasîn bê sazî, mamosteyên perwerdekirî, materyalên perwerdehîyê û derfetên bikaranîna ziman dikare sembolîk bimîne. Berevajîya vê, çalakîya civakî ya bêyî parastina qanûnî dikare li hember guhertinên daxwaza polîtîk bê parastin be. Ji ber vê yekê, giring e ku dozeke zelal a li ser bingeha mafan bi stratejîyeke pratîkî û demdirêj re bê girêdan.

Çarçoveya kurdî ne wekî çarçoveya galî ye. Modela Galê nikare bi hêsanî transferê welatên din bê kirin. Digel vê jî, derseke ji Welatê Galê ev e ku dema qanûnsazî, perwerde, xizmetên giştî, plansaziya civakî û derfetên rojane yên bikaranîna ziman bi hev re bên pêşxistin, pêşketin domdar dibe.

Ziman bi rêya axêverên xwe dijî. Divê armanca dawî ne tenê naskirina kurdî wekî prensîbeke razber (abstract) be, lê afirandina şert û mercên wiha be ku zarok bikaribin ziman fêr bibin, malbat bikaribin wê veguhezin zarokên xwe, mezin bikaribin wê li qada kar bi kar bînin û welatî bikaribin bêyî dezavantaj an tirs bi rêya wê perwerde û xizmetên giştî werbigirin.

Gotineke dawî û pir girinng a şîretê: ji zimanê xwe û ji jiyana bi zimanê xwe kêfê werbigirin!

Ev hevpeyvîn ji bo xwendinê hêsan bike hatîye kurtkirin û sererastkirin.
hevpeyvîna tevahî ya bi îngilîzî a bi Dr. Eleri James re (PDF) bixwînin


Derbarê Dr. Eleri James de

Dr. Eleri James Berpirsa Bilind a Lêkolîn û Navên Cihan e li ofîsa Komîsera Zimanê Galî (Comisiynydd y Gymraeg). Ji sala 2012an vir ve wê pêşengiya xebata li ser standardkirina navên cihan ên galî kiriye û beşdarî lêkolîn û polîtîkaya li ser vejandina zimanê alî dibe. Ew bi rêkûpêk ezmûna xwe bi civakên din ên zimanên marjînalbûyî yên li Ewropayê re parve dike.

ZÊDETIR BIXWÎNIN

 

Derbarê Infowelat Editorial

Li vê jî binêre

Hindistan 1956: Dema ziman bû pîvana sînorên federal

Di 1ê çirîya paşîn a 1956an de, Qanûna Reorganîzasyona Dewletê ket meriyetê û sînorên Hindistanê …