Gelo mirovên ku bi çar zimanên cuda diaxivin û xwedî çandên cihê ne, çawa dikarin bêyî asîmîlasyonê di bin heman alê de bijîn? Ev gotar li ser kakilê “Neteweya Îradeyê” radiweste û nîşan dide ku federalîzm, demokrasiya rasterast û sîstema perwerdehiyê çawa Swîsreyê dike modeleke serkeftî.
Swîsre bi çar zimanên xwe yên fermî (almanî, fransî, îtalî, romanşî) cihêrengîya çandî wekî bingeha aramiya civakî bi kar tîne. Ev welat bi rêya federalîzm, demokrasiya rasterast û çanda lihevkirinê, cudahiyan vediguherîne nasnameyek neteweyî ya hevpar.
Taybetmendiya herî mezin a ku Swîsreyê ji welatên din ên pirzimanî cuda dike ev e ku ew xwe wekî “neteweyek îradeyê” (Willensnation) pênase dike. Yanî ev welat ne li ser bingeha yek komeke etnîkî an yekzimanî lêbelê bi îradeya azad a komên zimanî yên cihêreng, li ser nirxên hevpar ava bûye. Kantonên ku bi sedsalan di nav şerên dînî û herêmî yên împaratoriyên mezin de mabûn, bi demê re fêm kirin ku tenê rêya jiyana azad rêzgirtina li serwerî û zimanên hevdû ye. Ev rêzgirtina hevbeş, îro ji Parlamentoya Federal a li Bernê bigire heta gundê herî biçûk ê li ser Çiyayên Alpan tê xuyakirin û bi destûra bingehîn hatîye garantîkirin. Li Swîsreyê tu komek zimanî nikare zextê li komeke din bike. Bo nimûne, almanîaxêv ku piranîyê pêk tînin, parastina mafên kêmara fransîaxêv û îtalîaxêv wekî nirxekî neteweyî qebûl dikin.
Federalîzm û serwerîya kantonan
Parazvanê herî mezin ê vê yekitiya civakî, prensîba federalîzmê ye. 26 kantonên welêt di gelek mijaran de (wekî perwerde, tenduristî, bac û polîtîkayên çandî) xwedî xweseriyeke pir berfireh in. Ev serwerî nahêle ku komên zimanî an çandî di bin siyaseteke navendî de bên tepeserkirin. Mînak, kantona Ticinoyê ya îtalîaxêv an kantona Cenevê ya fransîaxêv bêyî ku rastî zexta hikumeta navendî werin, pergala xwe ya perwerdehiyê bi serê xwe ava dikin. Prensîba sereke ya federalîya Swîsreyê “bi hev re lê serbixwe” ye û ev yek pêşbaziya di navbera kantonan de vediguherîne pêşbaziya serkeftinê ya ku aborî û halxweşîya welêt zêde dike.
Demokrasiya rasterast
Mekanîzmayek din a pir girîng ku aştiya civakî diparêze, demokrasiya rasterast e. Gelê Swîsreyê salê çend caran diçe ser sindoqan û li ser her mijarî (ji guhertina destûra bingehîn bigire heya qanûnên herêmî) biryara dawî dide. Ev sîstem, partiyên siyasî û komên zimanî yên cuda neçar dike ku her gav bi hev re bixebitin. Ji ber ku rîska referandûmê heye, hikumeta federal neçar dimîne ji bo her qanûnekê “zemînek hevpar” bibîne da ku kêmarên zimanî jî guherînan erê bikin. Herweha, qaîdeyeke nenivîsandî jî ev e: Heft wezîrên ku hikûmeta Swîsreyê (Konseya Federal) pêk tînin, her gav bi rengekî hevseng ji herêmên cuda yên zimanî û ji partiyên cuda tên hilbijartin. Ev modela rêveberiyê nahêle ku aliyek sîyasî û zimanî erkên xwe xurt bike û bibe xwedî hemû desthilatdariyê.

Perwerde û “Territorialität”
Li Swîsreyê bingeha hiqûqa ziman prensîba “Territorialität” (Serweriya Herêmî ya Ziman)e. Bo nimûne, li kantoneke almanîaxêv zimanê perwerdehiyê û jiyanê yê sereke almanî ye û li herêma fransîaxêv fransî ye. Zimanên din ên neteweyî wekî dersên zimanên biyanî hefteyê çend saetan tên fêrkirin. Ev sîstem, destûrê dide ku her welatî di nava habîtata zimanê xwe de mezin bibe, lê di heman demê de derfetê dide ku pencereyeke fêmkirinê ji bo zimanên din ên welêt jî veke. Her çend di salên dawî de daxwaza ji bo zimanê îngilîzî zêde bibe jî, dewlet hînkirina zimanên neteweyî wekî xurtkirina çanda hevpar dibîne. Di heman demê de, weşana giştî ya bernameyên televîzyon û radyoyê bi hemû zimanên neteweyî û bi heman qalîteyê tên pêşkêş kirin û ev jî zemîna hevpar xurtir dike.
Îro, Swîsre li cîhanê mînaka herî zelale ku pirrengiya zimanî û çandî di dewsa bibe sebeba alozîyê, ji bo pêşketina aborî, civakî û siyasî bê bi kar tîne. Ev modela federalîyê ku li vî welatê Çiyayên Alpan ava bûye, nîşan dide ku çand û zimanên cuda hewl nadin hevdû asîmîle bikin lê di dewsa vê de bi rêya kantonên serwer dibin bingeha pêşketina welatekî herî —-dewlemend û dilşad ê cîhanê.
Gotar di heman rojê de di Berwarnewsê de jî hatîye weşandin.
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat